Di bûyerên li navçeya Geverê ya Colemêrgê de 2 zarok bi bombeyên gazê bi giranî birîndar bûn. Zarokên birîdar bûn hatin emeliyatkirin. Li Colemêrgê jî bûyer berdewam dikin.
Bûyerên li naçeya Geverê serê sibê dest pê kirin berdewam dikin. Di bûyeran de 2 zarok ji ber bombeyên gazê bi giranî birîndar bûn. Zarokê bi navê M.O. yê 15 salî yê ku bombeya gazê li serê wî ketî hate ameliyetkirin û zarokê bi navê N.K. ê 8 salî yê ku bombeya gazê li çavê wî ketî jî dermankirina wî berdewam dike. Bi sedan kesên li Parka Musa Anter dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin jî agir hilkirin û çalakiya xwe didomîn in.
LI COLEMÊRGÊ PEVÇÛN
Li Colemêrgê jî çalakiya serê sibê dest pê kir, piştî êvarê hewa sarbû derbasî avahiya BDP'ê ya Colemêrgê bûn. Ciwanên li kolanan jî çalakiyan li dar dixin bi polîsan re şer dikin. Ciwanên li taxên Pehlîvan û Gaziyê rê bi barîkatan girtin ji bo girtiyan sloganan berz dikin. Polîs bi bombeyên gazê û av şid mudaxeleyê li ciwanan dikin û ciwan jî bi keviran bersiva polîsan didin. Bûyer didomin.