Di bin berfê de silava roja 159.

Berxwedana Kobanê, ku bi operasyonên azadkirina tevahiya Kantona Kobanê re ketiye roja 159., danê sibehê li ser sînorê ji berfê spî bû, hat silavkirin.

Berxwedana Kobanê, ku bi operasyonên azadkirina tevahiya Kantona Kobanê re ketiye roja 159., danê sibehê li ser sînorê ji berfê spî bû, hat silavkirin.

Girseya gel a ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê li gundên li ser sînor nobedê digire, di roja 159. de berxwedana Kobanê ya dîrokî silav kir. Li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêr ên Pirsûsê, ku sibê zû berf lê bariya, çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin û berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin. Girseya gel dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Azadiya Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Şengalê" qîriya, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hildan, berê xwe dan Kobanê û berxwedêr silav kirin. Girseya gel bejna xwe li ber Kobanê tewand û mînetdariya xwe ji şervanên YPG/YPJ'ê nîşan da.