Dayîkên Aştiyê û malbatên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li avahiya AKP'ê ya Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Dayîkên Aştiyê yên Wanê û malbatên girtiyan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li avahiya AKP'ê ya Wanê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayîk û malbatên girtiyan bi slogana "Daxwaz, daxwazên me ne" ketin avahiya AKP'ê ya Wanê.
Dayîkan dosyaya têkildarî daxwazên girtiyan amade kirî pêşkêşî serokatiya AKP'ê ya Wanê kirin. Pişt re dayîk û malbatên girtiyan li avahiya AKP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dema çalakiya dayîkan berdewam dikir polîsan destûr neda Nûçegihana DÎHA'yê dîmen û wêneyan bikÝşîne. Ligel vê yekê polîsan li ser piyan Nûçegihana DÎHA'yê lêpirsîn kir û jê re pirsên, "Kê ev agahî da we. Hûn çawa hatin vir. Hûn jî ji wanin?" pirsîn. Polîsan nasname û qerta Nuçegihana DÎHA'yê ji lêpirsîna GBT'ê re derbaz kir û pişt re qert û nasnameya wê dîsa danê.
Li ber avahiya AKP'ê ya Wanê polîsên çewîk bi wesayîtên zirxî tedbîrên berfireh girtin. Çalakiya dayîk û malbatên girtiyan berdewam dike.