Di 48 saetên dawî de 14 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bakurê ava Sacurê 8 gund rizgar kirin, di şer de 53 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bakurê ava Sacurê 8 gund rizgar kirin, di şer de 53 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh li bakurê ava Sacurê li ser gundên ku ji hêla DAÎŞ’ê hatine dagirkirin, operasyon li dar xistin.
Di operasyonê de gundên Um El Rasa el Tehtanî, Qiyrata, Çate, Toxar, Toxar Kebîr, Dadat, Helanecî û Erep Hesen Kebîr hatin rizgarkirin..
Di şer de 53 çete hatin kuştin, cenazeyê 8 ji van, gelek çek, cebilxane û panzerek ket destê şervanan.
Dîsa hewldana êrîşa 4 wesayîtên bombebarkirî hate şikandin û beriya wesayît bigihêjin hedefên xwe ji hêla şervanan hatin rûxandin.
Li Minbicê di 48 saetên dawî de 14 gund ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, bi giştî 59 çete jî hatin kuştin.