Dewleta Tirk vîze neda rayedarên YNK’ê
Komîteya amadekar a 7. Konferansa Dersim a 1937-38’an ragihand ku ji ber ku nedayîna vîzeyê her du siyasetmedarên YNK’ê nikarin beşdarî konferansê bibin.
Komîteya amadekar a 7. Konferansa Dersim a 1937-38’an ragihand ku ji ber ku nedayîna vîzeyê her du siyasetmedarên YNK’ê nikarin beşdarî konferansê bibin.
Sekreterê giştî yê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar û Endama Komîteya siyasî ya partiyê Hêro Îbrahîm Ehmed ji bo tevlî 7. Konferansa Dersimê hatin vexwendin lê ji ber ku vîze ji wan re nayê dayîn, tevlî nabin.
7. Konferansa 'Ne ji bîrkirin, rûlihevhatin! Bila qirkirin were naskirin û em Dersimê jinûve ava bikin!' ku ji aliyê Şaredariya Dersimê ve hatiye organîzekirin, îro destpê dike. Konferans wê 4 û 5’ê Gulanê li Dêrsimê were lidarxistin. Sekreterê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar û Endama Komîteya Siyasî ya partiyê Hêro Îbrahîm Ehmed jî wek qiseker ji vê konferansê re hatibûn vexwendin. Lê belê ji ber nedayîna vîzeyê her du rayedarên YNK’ê nikarin beşdarî konferansa îro bibin.
Der barê mijarê de ti daxuyaniyek ji aliyê Mela Bextiyar û Hêro Îbrahîm ve nehat dayîn. Komîteya amadekar a 7. Konferansa Dersima 1937-38’an ku ji ber ku nedayîna vîzeyê her du siyasetmedarên YNK’ê nikarin beşdarî konferansê bibin.
Konferans îro seat 13:00’an li salona civîn û konferansan a Dêrsimê destpê dike. Wê di rûniştina destpêkê de Mela Bextiyar, Hevseroka Şaredariya Dersimê Nurhayat Altun, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Endamê Cemiyeta Jinûve Avakirina Dêrsimê Elî Ekber Aslanlar wê wek qiseker beşdar bûna.
Mela Bextiyar herwiha wê di rûniştina duyemîn a Konferansê de gotarek bi ser nava ‘Dersim, Enfal, Helebce û Bîra hevbeş’ pêşkêş bikira.
Endama Komîteya Siyasî ya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed wê di roja dawî ya konferansê de bi Hevserokê Şaredariya Dersimê Mehmet Alî Bul û beşdarvanên din re axaftina girtinê bikira.