Dewleta Tirk li Nisêbînê xaniyên mayî jî xera dike

6 taxên Nisêbînê, ku hêzên dewletê bi têlan dor lê girtine û gelek xaniyên li van deran tiştek pê nehatiye, ji aliyê dewleta Tirk ve tên xerakirin.

Hêzên dewleta Tirk bi gelek maşînên kar, xaniyên li taxa Kanîka xera kirin. Welatiyên ji bo dîtina xaniyên xwe diçin herêmê, ji aliyê hêzên dewletê ve bi maşînên zirxî tên astengkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, tevî ku "qedexeya derketina derve" li hin taxan hatine rakirin jî, hêzên dewleta Tirk bê navber xaniyên welatiyan xera dikin. Ev karê hilweşînê yê dewleta Tirk li 6 taxên bi têlan dor li wan hatine kirin, tê kirin.

Li taxa Kanîka, ku gelek xaniyên lê tişt pê nehatiye, danê sibehê bi gelek maşînên kar xanî tên xerakirin.

Şêniyên taxê hewl didin xaniyên xwe yên li pişt têlan bibînin, lê polîsên Tirk bi maşînên zirxî pêşî li wan digirin.