Dewleta Tirk li Nisêbînê malan dişewitîne

Li Nisêbînê ku bi şev bomberdûmanek dijwar lê hat kirin, di çarçoveya fermana 'bişewitînin, xera bikin' a Erdogan de duh bi şev bi dehan mal hatin şewitandin. Şerê li navçeyê didome.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku di çarçoveya fermana 'bişewitînin, xera bikin' a Serokkomarê Tirk Erdogan de bomberdûmaneke giran lê tê kirin, qedexeya derketina derve di roja 47. de ye. Li navçeya Abdulkadîrpaşayê ku duh bi şev bomberdûmaneke dijwar lê hat kirin, bi dehan xanî hatin şewitandin. Ji ber topbarana ji wesayîtên zirxî ya li dora nexweşxaneya berê bi cih bûne, şewat bi xaniyan ket. Hêzên dewleta Tirk di heman demê de destûr nedan ekîbên arkujiyê ji bo biçin şewatê vemirînin. Şewata li xaniyan bi avahiyên li dora xwe jî ket û şewat mezin bû.

Şewatê heta danê sibehê dewam kir û ji ber vê yekê bi dehan xanî lê bûn ku nema karibin bên bikaranîn. Êrîşên li vê derê kêliyekê jî nesekinînin.

ŞER DIDOME

Çeteyên Qesrê tevî hemû hewldanan jî hînê nikarin bikevin taxekê. Şerê li navçeyê kêlî bi kêlî giran dibe. Bi taybetî li taxên Dîcle, Zeynelabîdîn, Kişla û Abdulkadîrpaşa şerekî dijwar diqewime. Li ser bersiva endamên YPS û YPS-Jinê şer bi giranî didome.