Dewleta Tirk gundê Hirorê bombebaran kir

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Hirorê ya ser bi bajarokê Kanî Masî ya ser bi Herêma Behdînanê ve bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve li dijî herêmên Parastina Medya û bi taybet herêmên Metîna û Zapê êrîşên hewayî pêk tîne, gundê Hiror ê Metîna jî topbaran kir. Di encama bomberdûmanê de mal û cihên sewalan wêran bûne.

Şêniyên gundê Hirorê bertek nîşanî êrîşan dan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundê Hirorê di nava salekê de gelek caran rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hat.