Dewleta Tirk bajarê Şirnexê hildiweşîne

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 51’emîn de berdewam dike, bajar di bin bomberdûmaneke dijwar de ye.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 51’emîn de berdewam dike, bajar di bin bomberdûmaneke dijwar de ye. Çeteyên Qesrê yên ku nikarin bikevin taxan, kargeh û malan bi obusan hildiweşînin. Li dor bajêr jî cara duyemîn dest bi lêgerîna malan hatiye kirin.

Li Şirnexê di êrşên qirkirinê yên roja 51. de bajar bi awayekî dijwar tê bomberdûmankirin. Di serî de taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Bahçelîevler û Yenî, bajar bi obusan tê bomberdûmankirin, hat dîtin ku gelek mal û kargeh hatin hilweşandin û bêkêr bûne. Piştî bomberdûmana li Taxa Îsmetpaşa û şûn de dûman bilind bûn. Li Taxên Yenî û Bahçelîevlerê jî hêzên dewleta Tirk bi teqemeniyan malan yek bi yek hildiweşînin.

Li derdora taxên berxwedanê jî di navbera hêzên YPS/YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê de şerên dijwar diqewimin. Her wiha sekvanên li ser avahiyên bilind û wesayîtên zirxî bi cih bûne jî taxan ketober didin ber guleyan. Li taxên ku şer dijwar dibin, trafîqa ambûlansan zêde dibe, ambûlans diçin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Li aliyê din çeteyên Qesrê yên li dorî taxan jî cara duyemîn dest bi lêgerîna malan kirine. Li gorî agahiyên kesên ku jendermeyan bi ser malên wan de girtine, çeteyên Qesrê deriyê malan dişkînin û hinek mal jî ji beriya ku bikevinê guleyan lê direşînin û piştre lêgerînê dikin. Welatiyan da zanîn ku piştî lêgerînên malan, xwediyê malan rastî heqaretên çeteyên Qesrê tên.