Koorînatorê Weşana Giştî yê Gun TV'yê Ahmet Bîrsîn yê ku ji doza sereke ya "KCK'ê" girtî ji bo tevlî merasîma cenazeyê dayîka xwe bibe serî li dadgehê da û daxwaza wî nehate qebûlkirin.
Koorînatorê Weşana Giştî yê Gun TV'yê Ahmet Bîrsîn yê ku di operasyona bi navê KCK'ê ya sala 2009'an de hate girtin û li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê tê darizandin ji bo tevlî cenazeyê dayîka xwe bibi serî li dadgehê da lê dadgehê destûra tevlî merasîma cenaze bibe neda. Fikreya duyemîn ya madeyê 94'an ên Zagona Derheqê Înfaza Tedbîran ya Ewlehî û Ceza, "Ji bilî kesên li dijî madeya 25'an ya vê zagonê dimînin, kesên li girtîgehên ewlehiya bilind jî, bi şertê di aliyê ewlehiyê de tu talukeyên pêk neynin bi rêhevaltiya peywirdarekî derve" dikare tevlî cenazeyê, "xizmên xwe yên asta duyemîn jî di nav de û hevjînê xwe bibin û ji bilî mafê riyê 2 rojan dikarin bimînin"
Prz. Sînem Çîçek, diyar kir ku ligel hukmê destûra muwekîlê wî nehate dayîn û wiha got: ''Endamên dadgehê bi hevdengiyê daxwaza me red kirin. Sedema daxwaza me hate redkirin muwekîlê min di doza KCK'ê de tê darizandin û girtiyê siyasî ye. Li bajarên din ji girtiyên din re destûr tê dayîn lê ji muwekîlê min re destûr nehate dayîn. Ev yekê li dijî zagonê ye."