Destûr nedan karwana Demîrtaş bikeve Nisêbînê

Destûr nedan karwana Demîrtaş bikeve Nisêbînê

Destûr nedan ku karwana Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş bikeve Nisêbînê. Karwana bi sedan wesayîta ya bi Demîrtaş re ji Qoserê ber bi Nisêbînê ketin rê, di ketina Nisêbînê de hatin rawestandin. Dema ku destûr nedan karwan bikeve nava navçeyê, bi hezaran kes ji wesayîtên xwe hatin xwar, rêya dîrokî ya Îpekê li trafîkê girtin. Bi hezaran kesên ku çalakiya rûniştinê pêkanîn bê navber sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” qêriyan. Bi hezaran kesên ku bi keviran rê li trafîkê girtin, çalakiya wan didome.

Bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş dê li ber Navenda Çanda Mîtannî mitîng were pêkanîn.