Desteya Bilind meşên şermezarkirina komên çekdar lidar dixe

Desteya Bilind meşên şermezarkirina komên çekdar lidar dixe

Desteya Bilind a Kurd (DBK) komên çekdar ên ku ketibûn Serêkaniyê û êrîşên rejîma Baasê şermezar kirin û xwest ku hem rejîm hem jî ev komên çekdar ji bajêr derkevin. Desteyê her wiha biryar girt ku ê sibe jî meşên şermezarkirinê li dar bixe. Her wiha biryara bicîhanîna biryarên berê hatine girtin û aktîfkirina komîteyan hate girtin.

Desteya Bilind a Kurd (DBK) derbarê geşedanên dawî de li bajarê Qamişlo duh êvarê civînek li dar xist. Di civîna ku rewşa siyasî û bûyerên dawî, bi taybet jî bûyerên li Serêkaniyê pêk hatine hatin nirxandin de, berxwedana gel a li bajarên Dirbêsiyê, Amûdê û Dêrikê ku rêveberiyên bajaran hatin bidestxistin jî hate silavkirin.

Li gorî encamnameyê di civînê de hate bibîrxistin ku herêmên kurdî ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, cihê xwe di şoreşê de girtine û cihên bi aram in, her wiha welatiyên ji cihên şer dihatin xwe spartinê,lê piştî komên çekdar ketin bajarê Serêkaniyê û gundên derdora wê, alozî derketiye. Di encamnameyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin: "Ev kom bûn sedem ku bajar bibe cihê şer û rejîm bi hovane bomberan bike. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, gelek welatiyan koç kirin û di nava tirs û xofê de berê xwe dan Tirkiyeyê."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) beriya niha di daxuyaniyên xwe de xwestibûn ku ev komên çekdar ên xwe wekî Artêşa Azad binav dikin, ji bajêr derkevin. Di encamnameyê de ev bang li Fermandariya Artêşa Azad hate kirin: "Em vê banga xwe ji bo fermandariya Artêşa Azad dubare dikin ku ji van koman bixwaze ku ji herêmên me derkevin. Em wekî kurd, ereb û suryanî dikarin herêmên xwe birêve bibin. Herêma me jî dikare bibe cihekî bi aram ku birayên me yên li herêmên din jî lê bicîh bibin.'

Li ser yekîtiya aliyê kurd a di bin banê Desteya Bilind a Kurd de jî di encamnameyê de ev tişt hatin gotin: "Di civînê de li ser girîngiya pêkanîna pêwîstiyên peymana Hewlêrê hate rawestîn. Ji ber ku bi vê yekê em ê gelê xwe biparêzin û bi hevre di nava aramiyê de bijîn. Her wiha divê rewşek ku di nava herdu meclîsan de baweriyê xurt dike bê avakirin û baweriyê bide gel."

Li gorî encamnameyê de di encama nîqaşan de li ser van mijaran hemfikirînek derket holê:

"-Ji bo gelê Serêkaniyê piştgiriya madî û manewî

-Bi awayekî lezgînî bicîhanîna biryarên berê yên ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hatine girtin. Ev biryar jî ev in; avakirina Komîteya Fermandariya Leşkerî, Komîteya Lihevhatin û Edaletê Komîteya Alîkariyên Însanî, lidarxistina civînek awarte ya ku dê MGRK û ENKS tevlî bibin.

- Aktîfkirin komîtiyên girêdayî Desteya Bilind (komîyetên xizmet û ewlekariyê)

-Ji bo ku derbarê ewlekarî û xizmetan de biryaran bigirin û bicîh binîn bang li her du komîtiyan hate kirin.

- Di 16'ê Sermawezê de ji bo piştgiriya gelê Serêkaniyê û daxwaza vekişandina hêzên rejîmê û Artêşa Azad a ji Serêkaniyê lidarxistina meşan.

-Civînên Desteya Bilind wê ji bo her komîteyekê vekirî bin.

Di dawiya encamnameyê de jî ev bang hate kirin: "Em bang li gelê kurd û birayên xwe yên şirîkên vî welatî yên ereb, asurû î suryanî dikin ku ji bo vê pêvajoya bi zehmet derbas bikin bi hevre tevbigerin. Divê em hemû ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê û avakirina welatekî demokratîk têbikoşin."