Derketina Hevşaredarê Şirnexê ya ji bajêr ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate astengkirin

Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadîrhan ê ku ji bo pêdiviyên welatiyê ku ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê neçar mane ji bajar derkevin bi cih bîne tevdigeriya, di derketina bajêr de bi gefan hate rawestandin.

Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadîrhan ê ku ji bo pêdiviyên welatiyê ku ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê neçar mane ji bajar derkevin bi cih bîne tevdigeriya, di derketina bajêr de bi gefan hate rawestandin.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 55. de berdewam dikin. Welatiyên ku ji ber van êrîşan ji navenda bajêr derketine, li gundên derdor bi cih bûne. Li ser vê yekê Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan li gel Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Bedran Ozturk û ajokar Suleyman Ûsal û Hevserokê HDP’ê yê bajar Sekvan Kilinç ji bo pêdiviyên gel xwestin biçin welatiyan bibînin, lê çeteyên Qesrê rê nedan ku ji bajêr derkevin.

Tîmên taybet wesayîta Ozturk, Kadirhan û Kilinç li ser rêya Qilaban a ketina Şirnexê rawestandin, der barê wan de bi hinceta “Qedexeya kolanan binpê kirine” lêpirsîn dan destpêkirin. Bi dehan wesayîtên zirxî derdora Ozturk, Kadirhan û Kilinç de girtin û gef li wan xwarin. Tîmên taybet lûleyên çekan ên li ser wesayîtên zirxî li wesayîta wan rast kirin, hat diyar kirin ku ji Ozturk, Kadirhan û Kilinç re gotine “Hûn nikarin ji bajêr derkevin” û gef li wan kirine.

Ozturk, Kadirhan û Kilinç ê ku ji derketina bajar hatin vegerandin zivirîn mala ku lê diman.

Li aliyê din, serdegirtin û lêgerîna di mala Parlementera HDP’ê Leyla Bîrlîk de jî bi dawî bûye. Mala Bîrlîk serûbin kirine û ziyan dane hinek kelûpelan.