Derket holê Ûgûr ê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin xebatkarê şaredariyê ye
Derket holê ku Şehmûs Ûgûr ê ku duh li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin, xebatkarê şaredariyê ye.
Derket holê ku Şehmûs Ûgûr ê ku duh li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin, xebatkarê şaredariyê ye.
Li Şirnexê duh di saet 18:30’an de polîsan li pêşiya Goristana Navendê ya Taxa Aydinlikevlerê bi wesayîta zirxî pêşiya Ûgûr ê ku diçû mal girtin.
Ûgûr ê ku pêşiya wî bi wesayîta zirxî hate girtin bi çekên lûle dirêj gule li ser hate reşandin û hate înfazkirin.
Walîtiya Şirnexê duh di daxuyaniya xwe de diyar kiribûn ku Ûgûr di şer de hatiye kuştin û “Endamê rêxistinê” ye.
Lê hate diyarkirin ku kesê ku li navenda bajarê hate qetilkirin xebatkarê Şaredariyê Şehmûs Ûgûr e.
Îro cenazeyê Ûgûr li goristana li Taxa Dicle hate definkirin.