Denîz Firat hate bibîranîn
Di 2.salvegera şehadeta Denîz Firat de, ku 8’ê Tebaxa 2014’an li Mexmûrê dema ku li pey nûçeyan jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hevalên wê yên çapemeniya azad ve, li ser gora wê hate bibîranîn.
Di 2.salvegera şehadeta Denîz Firat de, ku 8’ê Tebaxa 2014’an li Mexmûrê dema ku li pey nûçeyan jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hevalên wê yên çapemeniya azad ve, li ser gora wê hate bibîranîn.
Xebatkarên Çapemeniya Azad li Taxa Xecê Xatûn a Çaldiranê, li ser gora Denîz Firat, ku 8’ê Tebaxa 2014’an, li Mexmûrê dema ku li pey nûçeyan, jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anîn. Malbata Firat û xebatkarên çapemeniya azad tevlî bîranînê bûn. Piştî deqeyekê rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin, qerefîl danîne ser gora Firat.
Li vir edîtora JINHA’yê Zehra Tûnç axaftineke kurt kir û got, Firat li hemberî zilm û zextan serê xwe ne tewandiye û berê xwe daye çiyayên azad. Tûnç wiha pê de çû, ‘’Binefşa Mezin û Saryaya Biçûk Tebaxê li Metîna şehîd ketin. Denîz Firat jî 8’ê Tebaxa 2014’an jiyana xwe ji dest da. Denîz weke jineke berxwedêr li Mexmûrê rojnamevanî dikir. Zilma çeteyên DAÎŞ’ê ku dijminê mirovahiyê ne, ji bo dinyayê radigehand. Denîz ji bo tiştên ku têne jiyîn ragihîne, heya hilma xwe ya dawî li ber xwe da.’’