BI DÎMEN

Dengbêjî: Ahenga deng, vegotina dîrokê

Dengbêjî diyariya şevên sar û dirêj ên Serhedê ye, vegotina dîroka gelekî nehatiye nivîsandin e. Dengbêj di her serdemê de bûne şahidên dîroka Kurdistanê û nobedarê çanda qedîm.

Dengbêjî diyariya şevên sar û dirêj ên Serhedê ye, vegotina dîroka gelekî nehatiye nivîsandin e. Dengbêj di her serdemê de bûne şahidên dîroka Kurdistanê û nobedarê çanda qedîm.

Ev çanda wêjeya devkî ya li herêma Serhedê bi yekbûna peyvên deng-bêj derket holê, hezaran sal in li erdnîgariya Kurdistanê her heye. Dengbêjî, ku çavkaniyeke xurt a wêjeya nivîskî ye, ji berê ve gelek çîrokan bi stran, lorik, lawik û klaman digihînin roja îro. Ev çanda bingehîn a Kurdan, mîna gelek nirxan bi xeteriya asîmîlasyon û tinebûnê re rû bi rû ye. Dengbêjiya ku beriya sedan salî li qesr, koşk û meydanên gundan bi rengê 'dîwana dengbêjan' her bal dikişand, niha li 'Malên Dengbêjan û Navendên Çandê' asê ma ye.

Mala Dengbêjan a li navçeya Amed Sûrê, bi 27 Dengbêjên xwe ve beriya 5 mehan navendeke mirov ber bi xwe ve dikişand bû. Lê belê, piştî ku di 2'ê Kanûan 2015'an de dewletê êrîşên xwe şidand, topên hawanê lê ket, û hêzên dewletê hemû eşyayên di avahiyê de şewitandin, îro nikare xizmetê bide. Dengbêjên vê malê jî niha li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê li hev dicivin.

'NIKARIN HIŞ Û ZIMANÊ ME DESTESER BIKIN'

Yek ji cihên ji aliyê dewletê ve bi biryara 'cemawerîkirina lezgîn' bê desteserkirin, Mala Dengbêjan e. Ji şêniyên Mala Dengbêjan Mistefayê Botî diyar kir, ev biryara desthilatdariya AKP'ê xizmetê ji polîtîkayên qirkirin û şer re dike. Botî got, "Bingeha çanda Dengbêjiyê beriya bi hezaran salan hat danîn" û destnîşan kir, ku eger hay ji AKP'ê heye bi vê biryara desteserkirinê re dikare çanda Dengbêjiyê tine bike, ew xwe dixapîne. Botî got, "Yekan tişta dikarin desteser bikin, ax û kevirên li Sûrê ne. Nikarin hiş û zimanê me desteser bikin." Botî diyar kir, ew ê li her derê klamên xwe her bistirên.

'EM Ê LI HER DERÊ BISTIRÊN'

Dengbêj Gulî jî da xuyakirin, ku ew ê li her dawetê, şahiyê, li her kolan park, bexçe yan jî li qadeke Kurd lê li hev bicivin ew ê klamên xwe bêjin û got, "Belê Mala Dengbêjan ji bo me hêja bû, ji ber ku dostên me ji bajarên din ên Kurdistanê û ji welatên din dihatin li me guhdarî dikirin. Lê bila xwe nexapînin ku bi vê desteserkirinê re dikarin çanda me bidin ji bîr kirni."

Dengbêjên ku ji ber şer û mirinan bi mehan e nikarin dîwanê deynin, li benda roja bicihbûnê û gotina klamên xwe ne.

...