Demirtaş: Heta girtî greva xwe bernedin wekîl dest jê bernadin

Demirtaş: Heta girtî greva xwe bernedin wekîl dest jê bernadin

Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku çûyina Mehmet Ocalan bo Îmraliyê bi desteka wan bi xwe pêk hatiye û diyar kir ku heta girtî dest ji çalakiya xwe bernedin, parlementer jî dest jê bernadin.

Demîrtaş diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev hevdîtin rê li ber bi temamî rakirina tecrîda li Îmraliyê rake û got: “Em weke BDPê destekê didin vê bangê. Em hêvîdar in ku dê girtî piştî vê bangê nirxandineke nû bikin. Çûyina Mehmet Ocalan bû Îmraliyê bi desteka me pêk hatiye. Em dixwazin ku ev pêşketin bibe wesîleya firsendên nû yên ji bo çareseriya siyasî û aşitiyane. Heta girtî dest jê bernedin parlementerên me jî dest jê bernadin. Em piştre binirxînin.”,