Demîrtaş: Ger şer raneweste jî sedemê wê AKP’ye

Demîrtaş: Ger şer raneweste jî sedemê wê AKP’ye

Li bajaroka Girêmira navçeya Nisêbîna Mêrdînê temelê mala gel hat avêtin û parka şaredariyê bi merasimeke bi heybet hat vekirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, heta îro bi ferastekî metînger nêzî van xakan bûn û got; Xizmeteke herî biçûk jî zêde tê dîtin, xizmetên ku tên kirin serkeftina gele. Ger ev pevçûn nerawestin sedemê wê jî AKP’ye.

Li şaredariya bajaroka Girêmîraya Nisêbînê temelê mala gel hat avêtin û parka Şaredariyê hat vekirin. Hevserokên Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Erol Dora, Demîr Çelîk, rêvebirên BDP'a bajêr û navçeyan jî di nav de bi sedan kes tevlî merasimê bûn. Girse beriya merasimê çû konê şînê yê ji bo gêrîlayê HPG’ê Abdulganî Akbulut (Rêber Bagok) ku di pevçûna 12'yê Hezîranê li bejahiya navçeya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dabû ziyaret kirin û sersaxiya malbatê xwestin. Demîrtaş û yên pê re bi dirûşmeyê wekî; "Şehîd namirin", "Tolhildan", Bijî Serok Apo", "Ocalan" hatin pêşwazîkirin.

Demîrtaş di serdanê de axivî û got; "Hema hema her roj li malên şînê yên Kurdistanê şîn heye. Kurd her roj zarokên xwe vedişêrin. Gelê kurd vê yekê naxwaze. Xwedê jî dizane yên dixwazin ev şer bidawî bibe û aştî pêk bê hûn in. Ger şer ne rawest jî sedemê wê AKP’ ye. Lê bi gotina bila xwîna dirije bê rawestandin xwîn narawesta. Ji bo xwîna dirije raweste divê wijdan hebe."

Piştî serdana şînê koma BDP'î derbazî ber şaredariyê bû û bingehê mala gel avêt û parka şaredariyê vekir. Şaredarê Girêmîra Omer Altun diyar kir ku, di nava gel de mala şînê, pirtûkxane, polên dersan û atolye dê bên vekirin. Piştî axaftinan xerca temelê avahiyê hat avêtin. Piştre li şaredariyê sînevîzyon hat nîşandan. Piştre komê li ber dahol û zirneyan parka gel vekirin. Koma reqsê ya navenda çanda Mîtanniê û koma Cizîra Botan jî govend girtin.

'DESTHILATDARIYA GEL LI VÊ DERÊ HATIYE AVAKIRIN'

Demîrtaş li vê derê jî xîtabî gel kir û wiha axivî: "Xizmetên derengmayîne. Ji ber ku yekem care li vê derê îxtîdara gel hatiye avakirin. Heta îro bi zihniyetek metînger nêzî van xakan bûn û got; Xizmeteke herî biçûk jî zêde tê dîtin, xizmetên ku tên kirin serkeftina gel e. Em bi berxwedanê gihîştin van rojan. Divê herkes vê yekê baş bizanibe."

Piştî axaftinan park hat vekirin.