Demîrtaş: Ger pêwîst be em dê bimirin

Demîrtaş: Ger pêwîst be em dê bimirin

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî wiha got: "Şantaj, dîlgirtina 10 hezar siyasetmedarên kurd ên 4 salin darizandina wan nayê kirin e. Rêberê gelekî 14 salin di tecrîdê de tê girtin û sal û nîvîn destûrê nadin bi parêzeran re hevdîtinê bike." Demîrtaş, diyar kir ku ji bo mirina bidin rawestandin gelek caran hevdîtin kirin û bertek nîşanî êrîşa li dijî KCD'ê da û wiha pê de çû: "Rojekê ev zilim dê bi qete. Ramana metînger a paçe û deriyên me şkandin. dê li ser vê axê biçe." Demîrtaş got ku ger mirin pêwîst be em dê bimirin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekîl û endamên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê yên li avahiya KCD'ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, ziyaret kirin. Turk û Demîrtaş li salona çalakiya greva birçîbûnê lê tê kirin civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ewil Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axivî û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê 62 rojin li Tirkiyeyê berdewam dike û anî ziman ku kesên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin ji bo mafên kurdan ên azadî, demokratîk, maf û azadiyan pêk bêdenên xwe ji mirinê re razandin. Turk, da zanîn ku daxwazên çalakvanên tenê daxwazên wan nîn in di heman demê de daxwazên BDP û KCD'ê ne û wiha got: "Ev vê yekê jî bêjim heval û birayên me yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin bi vîna xwe ya azadî ev biryar girtin û çalakiya xwe didomînin. Em jî heta dawiyê piştevaniya vê çalakiyê dikin. Em ji bo çalakiya di roja 62'yemîn de berdewam dikin tu kes nemirin û ji girtîgehan cenaze dernekevin berpirsiyariya xwe ya wijdanî û mirovahî tînin cih. Ji bo diyalog û hevdîtin careke din pêk bên di vê mijarê de bi rojanin em xebatan dikin û hevdîtinan pêk tînin. Ji bo daxwazên mequl bên qebûlkirin em helwesta xwe danî holê. Ligel van hemû kedên me em îro berê xwe didinê Birêz Serokwezîr bi helwestî mirovan handana mirinê bike û ev bûyer bi mirina bi encam bibe tevdigere. Em vê yekê bi awayekî zelal dibêjin webal û guneha vê yekê ya Birêz Serokwezîr e. Em dixwazin pêşiya mirina bigirin. We jî zimanekî tehrîkar û mirina pêk bîne pêk tîne."

'AMED HAT DAGIRKIRIN

Turk, diyar kir ku Waliyê Amedê provokator û hander e û Amed vegêrandiye girtegehekî servekirî û wiha axivî: "Bi rêbazên dijî exlaqî, dijî mirovahî û dijî hiqûqî ji bo gel bê deng bike, bitepisîne êrîşan dike. Amed hatiye dagirkirin. Li her aliyên wê bendên polîsan heye. Îro ji bo gel neyê çalakiya greva birçîbûnê ya li KCD'ê didome hemû rê bi bendan hatine birîn. Waliyê Amedê bi vê helwesta hander (tehrîkar) dê di dîrokê de cihê xwe bigire. Êrîşa duh li hemberî KCD'ê pêk hat bi awayekî temamî provokasyon û handan bû. Binçavkirina gelê me û êrîşa li dijî gelê me handan e. Êdî em di xala dawiyê de ne. Ligel hemû tiştan di mijdar diyalogê de em dê helwesta xwe nîşan bidin û vê yekê bidomînin. Lê tiştên em bikin kêm in. Ji ber ku ji bo diyalogê me serî li hemû riya da û em çûn ber deriyên wan. Em nîqaş kirin lê em di nava tiştekî bê encam de ne. Em dê dîsa li ser vê mijarê rewasetin. Lê berpirsiyara siyasî ya hikûmetê ye. Berpirsiyar a serokwezîran e. Heke mirin pêk bên ev helwesta hikûmet û serokwezîr e."

'WEKÎLAN JI BO MIRIN PÊK NEYÊN DEST BI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN'

Turk, destnîşan kir ku gel divê helwesta hikûmetê ya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê baş bibîne. Turk, anî ziman ku divê gel li hemberî vê yekê bêdeng nemîne û wiha axaftina xwe berdewam kir."Divê li hemberî van hemû îşkence, bend û zilmê bêdeng nemîne. Heke wan ji bo vî gelî bendenên xwe ji mirinê re razandibe em jî amadene ku bedelan bidin. Îro ramana wekîlên me çalakiya greva birçîbûnê bidomînin heye. Hevalên me heta daxwaz tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. Di vê mijarê de bi biryar in. Hevalên me ji bo mirin pêk neyên biryara çalakiya greva birçîbûnê girtin. Divê hemû kes hurmetê nîşanî vê yekê bide. Êdî dema bêdengiyê nîn e. Divê hemû kes piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê."

DEMÎRTAŞ: EM HEWL DIDIN KU ÎFLASKIRINA POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ BIDIN NÎŞANDAN

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku Serokwezîr bi israr hewl dide grevên birçîbûnê manîpule bike û wiha axivî: "Serokwezîrê vê dewletê li hemberî van tiştên diqewimin xeyrî-cidî tevdigere. Di demek wiha dîrokî de bi gotinên wekî, 'Şantaj' û 'Şow' nêzî meseleyê dibe. Ev nayê qebûlkirin. Em dikarin ji wîre bêjin ku şantaj û şow çawa ye. Şantaj, rehîngirtina 10 hezar siyasetmedarên kurd e. Ev 14 sale Rêberê Gel di tecrîdê de radigirin û destûr nadin parêzer biçin cem wî. Şantaj ev e. "

'BERPISYAR HIKÛMETE'

Demîrtaş di berdewamê de gotinên wekî "Gelo tecrîda li Îmraliyê rewa û hiqûqi ye? Na. Qedexekirina ziman rewaye? na. Ev 62 roje girtiyan ji ber vê xemsariya hikûmetê bedena xwe dane ber birçîbûnê." Bi kar anî û wiha pêde çû: "Ev 62 roj in, em hikûmetê re hevdîtinan dikin. Lê tu encamên berbiçav nehatin dîtin. Piştî vê saetê êdî yê muzakere û diyalogê bigere dewlet, hikûmet e. Di vî warî de çi ji destê me hat me kir. Ji bo em bikarin rê li ber mirinan bigirin. Me gelek hevdîtin pêk anîn. Lewma êdî BDP jî KCD jî aliyek e. Çalakgerên greva birçîbûnê ne. Êdî di nava greva birçîbûnê de cihê xwe girtine. Êdî lazime hikûmet bi xwe daxwaza hevdîtinê bike. Çiqas dixwaze bila ji berpisyariyê bireve. Ê tecrîd şidandî ew e. Ê 10 hezar mirov girtine ew e. Berpisyarê mirinan jî wê bibe ew. Berpisyar hikûmete."

'MESELE AZADIYA GELÊ'

Demîrtaş, di axaftina xwe banga xwe ya her carî cardin dubare kir û ev tişt gotin: "Roj ne roja rawestandinê ye. Êdî mesele ne grevên birçîbûnê ye. Mesele azadiya gelekê ye. Tu kes nikare li ser axa me muameleya koleyan li me bike. Rojekê ev zilm wê bidawî bibe. Hişmendiya ku her roj derî û paceyên me dişkîne wê li ser vê axê biçin. Divê em şev û roj li ser piyan bin. Beyî ku di girtîgehan de mirin pêk werin, em dê vê meseleyê çareser bikin. Em dixwazin grevên birçîbûnê ji mirinê re na, ji çareseriyê re bibe wesîle."

'BILA LI DERVE EM BIMIRIN...'

Hevserok Demîrtaş, di 62'emîn roja xwe de grevên birçîbûnê slav kir û ev peyman da çalakgerên greva birçîbûnê: "Hevalên em yên parlamenter, şaredar, rêveber û siyasetmedar bi taybet jî ji bo barê koma 64 kesên ku wekî koma yekemîn dest bi greva birçîbûnê kirine ji wan hilgirin dest bi grevê kirin. Loma em nikarin mirina tu hevalê xwe qebûl bikin. Tu gumana me ji bibiryarbûn û cîddiyeta wan tuneye. Lê bila li derve em bimirin. Ger ji bo bidawîbûna şer û pêkanîna çareseriyê mirina hin kesan pêwîst be. Bila em bimirin. Lewma ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî gelî, me ji gel raye girtiye. Ji bo çareseriya pirsgirêka gelê me çi pêwîst be em amadene bikin. Em bang li hevalên xwe yên di koma yekemîn de ne dikin. Jiyana xwe ji bo me gelek girîng e. Em dixwazin hûn vê biryara xwe cardin bi vîna xwe cardin binirxînin. Me çalakiya we bi hevalên xwe re li derve wergirtiye. Her wiha em li hemberî hemû biryarên we jî rêzdarin."

Demîrtaş, êrîşa polîsan a li hemberî avahiya KCD'ê jî şermezar kir û wiha rêz da gotinên xwe: "Ev der meclîsa gelê Kurdistanê ya herî bilind e. Ev êrîş li hemberî îradeya meclîsa Kurdistanê ye. Êrîş nekarê çend polîsan e. Ev provakasyonekî plankiriye. Çend zarokên bûne polîs berdidin ser parlamenter û şaredarên me. Dixwazin bi vî şiklî vîna gel bişkênin. Lê tu kes li hemberî wan serê xwe natewîne. Ên van êrîşan plan dikin bila baş bizanibin ku ev ax wê rojekî azad bibe. Ev zihniyeta faşîzan helbet wê rojekî ji vir here."

Navê kesên li avahiya KCD'ê ketine greva birçîbûnê ev in:

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlamenterên BDP'ê Adil Kurt, Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Emîne Ayna, Li ser navê hemû şaredaran Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, endamên Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Cafer Kan, Meral Gungur, Seydî Firat, Asya Tekîn, Naşîde Buluttekîn, Osman Ozçelîk, Firat Alokmen, Zohre Taş, Şîlan Elmas, Mehmet Baysal, Remzî Kizilkaya, Ramazan Ozbek, Firat Tursun, Songul Morsumbul.