Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Rêxistina BDP'ê ya Mahsertê ya Mêrdînê ya ku hemû rêveberên wê hatin binçavkirin û girtin ziyaret kir. Demîrtaş, diyar kir ku partiyên siyasî yên pergalê ji BDP'ê ditirsin ji ber wê yekê li hemberî BDP'ê binçavkirin û girtin pêktên û wiha got: "Hûn nikarin biryara em dê bi kîjan ziman biaxivîn, navê zarokê xwe bidin û navê gundê xwe diyar bikin, bidin. Yên vê yekê dikin bi ramanê desthilatdariyê dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Heke em dê bi hev re bijîn em dê wek hev bijîn."
Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ya ku 2 hefte ne binçavkirin û girtin berdewam dikin bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyê dan çapemeniyê. Berî daxuyaniyê bi sedan wesayît bi karwanê ber bi Mahsertê ve bir ê ketin. Karwan di ketina Mahsertê ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin.
Piştî karwan kete navçeyê Demîrtaş û heyeta pêre avahiya BDP'ê ziyaret kirin. Li vir Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku AKP, CHP û MHP ji BDP'ê nerehet e. Demîrtaş, anî ziman ku hemû rêveberên Mahsertê hatin girtin. Demîrtaş, da zanîn ku BDP ji ber xwedî li çand û zimanê kurdî derdikeve rastî êrîşan tê lê gelê kurd li hemberî vê yekê berxwe dide.
Demîrtaş, da zanîn ku li Mahsertê li hemberî BDP'ê komplo hate kirin û BDP'yî bi şahidên nepen hatin girtin û wiha got: "Kesên ev komplo kirin û ev bêexlaqî kirin tişta vê fêmn ekirin ev e. BDP ne partiya bi tirsê biqede ye. Bila namerdên ev komplo kirin baş bizanin ku tu welatparêz paş ve gav navêjin." Demîrtaş, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan hêj difikirine ku dê çawa kurdan bixapîne û wiha axivî: "Li hemberî gelê kurd êdî tu hêz ranawestê. Ramana yekpara dê li welat desthilatdar bikin. Ev li ku tê nivîsîn. Ev yek ne li gorî Quranê yen û ne jî li gorî ola me y e. Raman yekpare ramana faşîzmê ye."
'NAVÊ ERDNÎGARIYA ME KURDISTAN E Û ZIMANÊ KURDAN KURDÎ YE'
Demîrtaş, bertek nişanî kesên dibêjin 'Siyaseta nijadî dikin' da û wiha got: "Em siyaseta herî mezin û bi rumet dikin. Kesên dibêjin 'her kes tirk e' û dixwazin her kesi bikin tirk bila ji xwe nijanderestiyê bipirsin. Nasname, ziman û çanda me tê binpêkirin. Navê vê axê Kurdistan e. Zimanê wê kurdî ye. Navê gelê vê axê kurd e. Hûn nikarin navê bajar, navçe, gund çem û zarokên me lê bikin. Ancak em navê xwe li xwe bikin. Em ê li ser vê axê bi hev re û wekhev bijîn. Mafê tirkan hebe mafê kurdan jî heye. Me ji bo rûmeta xwe girtin û kuştin jî daye ber çavan. Eger tank, top û çekên AKP'ê hebin yê me jî vîna me û gelê me heye.
KARWAN BI GIRSEYÎ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Karwana BDP'e di ketina Mahsertê de rastî coşek mezin hat. Dema karwan gihişt ber avahiya BDP'ê girsê dest bi govendê kir. Dema karwan di nava navçeyê re derbas bû rastî astengiyê polîsan hat. Lê ji ber girsê bertekên xwe nîşan da polîsan rê li trafîkê vekir. Heyeta BDP'ê pişt re derbasî Gundê Şêx Mahmut bû. Gundiyên Şêx Mahmut karwan bi çepik û tilîliyan pêşwazî kir.