Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li navçeya Dêrika Mêrdînê axivî û got: "Emê bi berxwedana xwe ji hişmendiya faşist a ku ziman, nasname û mafê wan qebûl neke û rêzê nîşanî rêberê vî gelî nade re bêjin li ser axa Kurdistanê bicehime û here.” Demîrtaş bang li ciwanan û Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn kir û got: "Îdrîs Naîm Şahîn dibe bi cop û panzerên xwe ve li hemberî me raweste; em guh nadin vana em ê li ber xwe bidin.”
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, beriya mîtînga li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê ku 63 rojin çalakiya xwe berdewam dikin, çû serdana navçeyên Mêrdînê. Demîrtaş, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê civîna gel pêk anî.
Demîrtaş li gel Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din bi karwanekî mezin hatin navçeya Şemrexê û ji vir jî hatin navçeya Dêrika Çiyayê Mazî. Heyeta BDP'ê pêşî avahiya BDP'ê ya çû serdana Şemrexê û pişt re li Gundê Teznê mala endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Emanet Eneş ê bi guleya polîsan birîndar bû ziyaret kir.
Demirtaş, malbata Eneş ziyaret kir ji vir derbasî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî bû. Heyeta BDP'ê li gel karwanê bi otobusa BDP'ê ya hilbijartinê li taxa Kelahê, Kaniya Guzê û taxên din geriya û derbasî Konê berxwedanê bûn. Bi hezaran kesan bi alên kesk, sor û zer Demîrtaş û heyeta pêre pêşwazî kir.
Girsê di pêşwazîkirinê de sloganên "Em destûr nadin mirinê", "Bila rê li pêşiya mirinê bê girtin û daxazên wan bên qebûlkirin", "Bila tecrîd bi dawî bibe û zimanê zikmakî bên qebûlkirin" qêriyan. Dîsa pankarta "Ji Ocalan re azadî" vekir. Girsê dîsa dowîzên "Em berxwedana zindanan slav dikin û daxwazên we daxwazên me ne" rakirin.
Li aliyê din posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pêşengên PKK'ê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de bedena xwe dan ber mirinê û jiyana xwe ji dest dan vekirin. Girseyê bê navber sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Ocalan", "Bê serok jiyan nabe" qêriyan.
Piştî pêşwazîkirinê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku berxedana zindanan di roja krîtîk de jî berdewam dike û wiha got: "Divê baş bê zanîn ku berxwedana girtiyan bi biryarek mezin berdewam dike. Berxewdan ji bo me we, û gelê kurd ê bi rûmet ji bo azadiya gelê kud bi biryar berxwedana xwe berdewam dikin. Çangoriyên zindanan bedena xwe dane ber mirinê. Em berxwedana wan li Dêrikê silav dikin."
'DIVÊ HEMÛ CIWANÊN KURD RABIN SER PIYAN'
Demirtaş, anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî polîtîkayên AKP'ê yên faşîst hatiye destpêkirin û ev yek dê bi têkoşina ciwanên kurd têk biçe. Demîrtaş bang li ciwanan û Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn kir û got: "Îdrîs Naîm Şahîn dibe bi cop û panzerên xwe ve li hemberî me raweste; em guh nadin vana em ê li ber xwe bidin û xwest gelê kurd û ciwanên kurd saet bi saet têkoşîn û berxwedana xwe bilintir bikin. Demîrtaş wiha domand: "Bi taybetî ez bang li ciwanên me dikin û dibêjim divê hemû ciwanên kurd saet bi saet , saniye bi saniye berxwedana xwe mezin bikin.”
'DÊ FERASETA FAŞÎST JI SER KURDISTANÊ BICEHEME'
Demîrtaş, da zanîn ku hişmeniya AKP'e ya ku zimanê zikmakî, nirxên kurdan û vîna kurdan qebûl nake dê bi têkoşîn û berxwedana kurdan ji ser axa Kurdistanê biceheme û wiha got: "Hişmendiya faşist a ku ziman, nasname û mafê me qebûl neke dê li ser axa Kurdistanê bicehime. Em dê mil bidin mil û têkoşînê pêş bixin. Dayikan bedelên herî mezin zarokên xwe dan û hêj jî zarokên xwe di vê rêyê de didin. Zarokên van dayikan 63 rojin di greva birçîbûnê de ne. Ev zarok ne ji pêşeroja xwe ji bo nasname, ziman, çand û nirxen gelê kurd bedena xwe dane ber mirinê. Ji bo li ser vê axê mirin pêk neyê. Hayrî Durmuş, Ali Çîçek, Kemal Pîr, Mazlum Dogan berxwedana ciwanên kurd nîşanî hemûyan dan. Li zindanan berxwedanek mezin nîşan da. Bila zanibin ku di nava zinanan de dîwar tune.”
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, destnîşan kir ku dê berxewdana zindanan û serhildanan kolanên metrepolan azadiyê pêk bîne û xwest hemû gelê kurd ên bajar û metrepolan dakevin kolanan û piştgiriyê bidin berxwedana zindanan.
Demîrtaş, bi karwanekê ji sedan maşîne pêk dihat çû Qoserê.