Demîrtaş: Em dê peykerê Serok Apo danin vê qadê

Demîrtaş: Em dê peykerê Serok Apo danin vê qadê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Qoserê bertek nîşanî êrîşa polîsan ya li hemberî girseyê da û wiha got: "Dikarin peykerê qatilê kurdan Kenan Evren çêbikin, posterê rêberê gelekî navekin. Xwedî li qatîlê vî gelî derdikevin. Em dê li vê qadê peykerê Serok Apo danin." Demîrtaş bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan yê ku têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê de dibêje "şovê dikin" da û wiha axivî: "Hêj te ji Pelsîvanyayê û cematê ji bo bibî Serokwezîr, şaredar destûr negirtî ev gel li qadan bû. Tu hêj Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan û Alî Çîçek nizanî û nasnakî. Dema ku wan jî li berxwedida 'şov' dikirin?"

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji navçeya Dêrîk bi karwanekî qelebalik ber bi Qoserê ve derket rê. Girseya bi êrîşa polîsan li qadê belavbûyî bi hatina otobusa BDP'ê ber bi Qada Azadiyê ve meşiya. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zîndanan", "Em dê bi berxwedanê serbikevin" û "Berxwedana girtiyan berxwedana me ye" hatin qêrîn û di demek kin de girse zêdehî 10 hezaran derbazbû. Girseyê pankrata "Em berxwedana zîndanan silav dikin" hate vekirin û dowîzên "Şov na rojiya mirinê" û "Daxwazên berxwedêrên girtîgehan daxwazên me ne." hatin hilgirtin û gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin.

‘EM DÊ LI VÊ QADÊ PEYKERÊ SEROKA APO DANIN’

Demîrtaş axaftina xwe bi silavkirina gelê li qadê li ber xwe dan destpê kir û wiha got: "Berî ez bêm qadê mudaxeleyek çêbû û gotin 'Hûn nikarin posterê Ocalan daliqînin' Yên ew gotin ez wiha jêre dibêjim; peykerên qatilê kurdan Kenan Evren çêdikin, lê destûra posterên rêberê gelekî nadin. Xwedî li qatilê kurdan derdikevin." Demîrtaş da zanîn ku çi bikin bila bikin gel dê xwedî li serokê xwe derbikeve û wiha axivî: "Hûn çi dibêjin, em dê li vê qadê peykerê Serok Apo danin. Gelê Kurd êdî bi rêber, partî û hemû kesan re ji gelên Rojhilata Navîn ên bi rûmete.

‘EV GEL BI COPÊN ÎDRÎS NAÎM ŞAHÎN TESLÎM NABE’

Êdî ev gel bi îşkenceyan serî natewîne. Zarokên vî gelî 63 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji bo li vê qadê posterê rêberê xwe ve bikin û ji bo zimanê dayîka xwe. Ji ber vê yekê gel li zarokên xwe xwedî derdikeve û ji bo azadiya rêberê xwe wan daxwazan dixwaze. Çi dibêjin, posteran navekin. Dê vebikin." Demîrtaş bilêv kir ku ji serdema li Tirkiyeyê her tişt qedexe hatin vê astê û wiha pê de çû: "We zilim kir, di binçavan de îşkence kir, avêtin bîrên asîtê, avêtin zindanan û ev gel teslîmî we nebû. Bi copên Îdrîs Naîmî Şahîn ev gel teslîm nabe."

‘BANGA, VAN QADAN JI FAŞÎZMÊ RE TENG BIKIN’

Demîrtaş da zanîn ku, divê xwedî li çalakiya girtiyan derbikevin û wiha bang li ciwanên Kurd kir: "Ji rêhevalên me yên ciwan re banga me ye; divê her tim hûn li qadan bin. Heke dixwazin van qadan ji me re teng bikin, hûn bi berxwedana xwe van qadan ji faşîzmê re teng bikin. Tenê îro na her roj her demjimêr li qadan bin. Divê ev gel destûrê nede mirina zarokên xwe. Her deqîqe ji canê me can diçe. Heke hevalên me di girtîgehan de ji bo azadiya vî gelî bedenên xwe ji mirinê re razandî bin baweriya têkoşîn û berxwedana vî gelî ye.

Greva birçîbûnê hikûmeta AKP'ê da destpêkirin lê hûn bi berxwedan xwe dê bidin xilaskirin. Ev 63 rojin em ji hikûmetê re dibêjin, ew dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin û perwerdehiyê bibînin. Ligel hemû vegotinên me tiştekî fêmnakin û guhên xwe girtin. Dibe ku gelek kes fêmbikin lê yê fêmneke tenê keseke û ew jî Serokwezîrê dibêj ez Kasimpaşayîme. Nabihîze û fêmnake. Hûnê bi berxwedana xwe dengê hevalên xwe bidin bihîstin û vegotin."

'HÊJ TE JI CEMATÊ DESTÛR NEGIRTÎ VE GEL JI BO AZADIYÊ LI QADAN BÛ'

Demîrtaş bertek nîşanî Erdoganê têkildarî çalakiyên birçîbûnê de got "şovê dikin, şantajê dikin" da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em ji kesên, ji hevalên me yên ji bo gelê azadiya gelê Kurd canê xwe didin re dibêjin 'şov dikin û şantajê dikin' bibêjin, heke me hezkiriyên şov, şantaj û xwarinê ban em jî dê weke serokwezîr ban. Lê em wisa nînin. Em ji bo azadiyê bedelan didin. Hêj te ji bo serokwezîrtî, şaredariyê destûr ji cemat û Pelsîvanyayê negirtî ev gel li qadan bû. Hêj tu Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan û Alî Çîçek nizanî û nasnakî. Dema wan berxwe dida 'şov' dikirin. Rêhevalên Mazlûm Dogan yê sembolê berxwedanê yê wê demê li girtîgehan di çalakiya birçîbûnê de ne bi milyonan hevalên wan derve piştgiriyê didin wana."

Pişt re Demîrtaş bi karwanekî qelebalik ber bi Nisêbînê ve derket rê. Polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Polîsan bombeyên gazê avêtin otobusa BDP'ê û camên wê yên piştê şikandin.