Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş li Konê Fitarê yê Deriyê Çiyê ku şaredariya Bajarê Mezin a Amedê fitara xwe vekir û ji Recep Tayyîp Erdogan xwest bersivê bide mijara agirbestê ya KCK û banga rewşenbîran.
Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş, Alîkara Hevserok Fîlîz Koçalî, Parlamentera Amedê Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Hevseroka BDP’ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredara Bagalarê Yuksel Baran, Şardarê Yenîşehîrê M. Selîm Kurbanglu, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Cîgira Şaredarê Surê Gulbahat Ormek beşdarî xwarinê bû.
Hevserokê BDP’ê Selehattîn Demîrtaş diyar kir ku bila Remezan bibe wesîleya aştî û li hemû alema mirovanî û îslamê bi xêr be. Demîrtaş destnîşan kir ku ne tenê di meha Remezanê de, hemû alema îslamê her tim aştiyê dixwaze. Demîrtaş wiha pê de çû: “ Bila Remezan ji hemû cîhanê û herêmê re aştiyê bîne. Ola me îslamiyet beriya her tiştî ola biratî, wekhevî û aşatiyê ye. Her kesê ku di dilê wan de zereya olên semawî hebe divê ji bo aştî û biratiyê xizmetê bike. Encex bi hatina wekheviyê re aştî û biratî pêk tê. Ji ber vê yekê divê ola me, baweriya me, çavderiya me ya cîhanê ji bo erdnîgariya me, mirovahiyê, çanda me divê hemû kes ji bo aştî, biratî û edaletê hewl bide.”
DIVÊ ERDOGAN BERSIVÊ DIBE DAXUYANIYA KCK’Ê
Demîrtaş xwest meha Remezanê bibe wesîleya rawestandina xwîna diherike û kampanyaya ji aliyê komek rojnamevan, nivîskar, rewşembîr û hunermendan ve hatiye destpêkirin bi bîr xist û got; “Em weke BDP ne muxatabên vê bangê ne. Ev bangewazî ji bo dewlet û KCK’ê tê kirin. KCK’ê daxuyanî da û got ‘Em her dem ji bo aşitiyê amade ne, me ji bo aşitiyê ked daye, lê niha muxatabê vê yekê Serokwezîr e. Rayedarê çareseriya pirsgirêkê Erdogan e.’ Divê Serokwezîr bersivê bide vê yekê jî.”
Demîrtaş destnîşan kir ku aşitî ne karekî yek alî ye û got; “Titşa ku em jêre dibêjin aşitî ji çareseriyê ne cûda ye. Li gorî me dive Serokwezîr jî bersivekê bide daxuyaniya ji aliyê KCK’ê ve hate dayîn. Divê Serokwezîr bersivekê bide bangên rewşembîran.”
BILA PROTOKOL JI NÛ VE BÊN GOTÛBÊJKIRIN
Demîrtaş wiha domand; “Em weke BDP’ê dixwazin xwîna dirije raweste, pêvajoya çareseriyê pêk bê, muzakere ji nû ve dest pê bikin, tecrîd bi dawî bibe. Li holê protokol hebûn. Bila ev protokol bêne gotûbêjkirin. Bi ya min gok li aliyê Serokwezîr e. Ger baş were nirxandin, ew dikare pêşî li pêvajoya çareseriyê vebike. Hêvîdar im ku Serokwezîr dê vê yekê baş binirxîne.”
LI SÛRIYEYÊ KOMÎTEYÊN PARASTINA REWA EWLEHÎ NE
Demîrtaş bersiv da pirsa rojnamevanan a der barê Sûriyeyê de jî û diyar kir ku heta niha xwîn li Sûriyeyê diherike û got ku ev yek wana xemgîn dike. Demîrtaş got; “Ne zext û terora rejîma Esad û rejîma Baasê, ne jî tundiya zêde ya muxaletefeta bi piştgiriya çekan a hêzên derve, bi taybet Tirkiye û welatên rojava, pêk tine nayên qebûlkirin. Li aliyeke din jî dixwazin gelê Kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê bikişînin nava şer.”
Demîrtaş got; “Em yekitiya gelê Kurd li Sûriyeyê weke destkeftiyekê dibînin” û diyar kir ku artêşa Sûriye û hikûmet xwe ji herêmên Kurdan vekişandiye, Kurdan li herêmên xwe komîteyên parastina rewa yên sivîl ava kirine û got ku em vê yekê weke ewlehiya Kurdan dibînin.
Demîrtaş wiha pê de çû; “Em mafê bidestxistina statuya Kurdan li Sûriyeyê û mafê xwe bi rêveberinê di çarçoveya mafê navneteweyî ya diyarkirina çarenûsê de dibînin ”. Demîrtaş pêşniyar kir ku Tirkiye van buyer û geşedanan baş bixwîne û got; “Dikarin Kurdên li wê derê re, di çavçoveya lihevkirinekê de li ser esasê naskirina Kurdên li wê derê li hev bikin.Ev yek dê ji bo Kurdan jî erênî be. Ev yek dê çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê jî hêsantir bike. Lê ger polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê yên li ser esasê perçiqandina Kurdan berdewam bikin, bi ya min dê ev yek rê li ber xeterî û aloziyên din vebike.”