Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di serî de bang li wekîlên BDP'ê û hemû kesê kir ku, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyan di 17-18'ê mijdarê de 2 rojan çalakiya birçîbûnê pêk bînin. Demîrtaş xwest ku hemû kes di demjimêr 19.00'an de her şev çalakiya girtina lempeyan li dar bixin û derbikevin kolanan dengê xwe bilind bikin./..