Demîrtaş û Yuksekdag hatin girtin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin girtin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ên ku hatibûn binçavkirin,  bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Demîrtaş û Yuksekdag ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.  Balkêş e ku beriya biryar bê eşkerekirin Ajansa Nûçeyan a Anadolû encama dadgehê serwîs kir.

Hevserokên ku di îfadeya xwe de gotin, "Çi zû çi jî dereng, wê têkoşîna me ya demokrasiyê bi ser bikeve. Bi tenê gelê em hilbijartiye, dikare me darizîne."