Demîrtaş: Rewşeke rasthatî nîne ku komkujî piştî deklarasyona KCK'ê hat kirin

Demîrtaş der barê êrîşa li dijî daweta rêveberekî HDP'ê de daxuyaniyek da û bal kişand ser dema pêkhatina vê komkujiyê, ku herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşa bombeyî ya li Dîlokê li hemberî daweta rêveberekî HDP'ê hat kirin û di encamê de herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 kes birîndar bûn, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hevdîtinên xwe yên li Afrîka Başûr betal kir û tevî heyeta pê re vegeriya Amedê. 

Demîrtaş li Balafirgeha Amedê daxuyanî da. Demîrtaş komkujiya dij mirovî şermezar kir û got, ‘’Li hemberî vê hovitiyê zimanê mirov nagere. Gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Rehma xwedê li ser wan be û serê malbat, xizm û gelê me sax be. Gelek xwîşk û birayên me yên birîndar hene. Li nexweşxanê têne tedawîkirin. Ez ji şîfaya xêrê ji wan re dixwazim.’’
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de hem li ser wextê komkujiyê û hem jî li ser tiştên ku ji niha û pê de dikarin werin kirin wiha got:

DEMA KOMKUJIYÊ

"Helbet ev komkujiya bi hovane li welatê me ne cara pêş pêk tê. Bombeyên ku bi Pirsûsê re  dest pê kirin, bi mîtînga Amedê re dewam kirin, ku rê li ber mirina gelek sivîlan vekir, di navbera salek û nîvê de hema hema rojeva me ya siyasî û civakî û jiyana me diyar kir. Komkujiya Enqerê jî bi heman armancê û bi destê heman hêzan hate pêk anîn û rewşeke pir êşdar derxiste holê. Lê ev roj rojên wiha ne divê gotinên wiha werin kirin dawî li van êşan bîne ku welat kirine gola xwînê. Rojên ku em hişmendiya ku ji dawetê komkujiyan derdixîne derxînin holê ev roj in. Li Pirsûsê di wan rojan de ku komkujî pêk hatî em çawa di saetên krîtîk de bûn, di komkujiya Enqerê de em çawa ji pêvajoyên dîrokî derbas dibûn, duh jî, di demeke wiha de ku em ji pêvajoyeke hevşib a dîrokî derbas dibûn komkujî pêk hat.

Piştî komkujiya Pirsûsê li Serêkaniyê kuştina du polîsên di xew de, senaryoyeke baş hatibû hesibandin da ku pê şer bidin destpêkirin. Mixabin bi ser ketin. Ev ji salekê zêdetir e ku ji ber arîşeya Kurd şer dest pê kir. Li Enqerê, 10’ê Cotmehê KCK’ê wê agirbest ragihanda, dîsa wê rojê bi pêkanîna komkujiyê li gorî xwe bi ser ketin. Banga agirbestê di wê atmosfera kaosê de bi avê de çû. Duh jî KCK’ê daxuyaniyek da ku wê rê li ber agirbesteke pêkan vekira, li Dîlokê ev çalakî bû. Ev ne rasthatinî ne, girseya ku êrîş birine ser û cih ne rasthatiniyek e.

BANGEK LI SEROKWEZÎR

Banga me ji hikûmetê re ye, li Pirsûsê û komkujiyên din me bi pûtepêdanî got. Hin hêz hene ku di nav dewletê de bi cih bûne. 15’ê Tîrmehê ev bi awayekî êşdar derkete holê. Hin hêz hene ku naxwazin em bi hev re biaxivin. Ti têkiliya van hêzan bi dewletê û hikûmetê re nîn e. Em ji serokwezîr tika dikin, ji Pirsûsê dest pê bikin û têkildarî her kesî de ku rê li ber qelsiya ewlekariyê û îstîxbaratî vekiriye lêpirsînê divê hûn bidin destpêkirin. Dîlok jî nîşan dide ku qelsiyeke xurt a îstîxbaratî heye. Ku em bi ser van de neçin, bi qasî ku meclîsê bombe bikin dikarin tevbigerin. Welatekî wiha disêwirînin ku nikaribin dawetên xwe, êşên xwe, kêfxweşiya par ve bikin. Duh li Dîlokê Kurd kirin hedef. Daweta partiyîyekî me bû. Mesaj zelal e; dibêjin gelo em dikarin ji vir şerekî navxweyî, kaosekê derxînin.

'TOLHILDANA HERÎ MEZIN AŞTÎ YE'

Banga min ji bo welatiyan ev e, tolhildana herî mezin a ji van barbar û çavsorbûyiyan were hilanîn pêkanîna aştiyê ye li vî welatî. Ji vê meztir tolhilanîn nabe. Ev bersiva herî mezin e ji bo van ketiyan. Em di na wan xebatan de bin ku bikaribin êşên xwe par ve bikin. Em dawet, taziye, êş, cinaze û dilê xwe bikin yek. Em bersivê bidin dinyaya ku dixwaze bi me bilîze; Ku em biaxivin, bi lihevkirinê em dikarin siberojeke wekhev, dadmend ava bikin. Em vê nîşanî dinyayê bidin. Di rojeke wiha ya êşdar de axaftin ne hêsan e. Lê em bersivê bidin wan kesan ku li Dîlokê bi kuştina girseya me hesabê şerê navxweyî dikin. Em bibêjin, ji bo we ketiyan ji vir wê nan dernekeve. Em ê ne di nav yek kemînan de bin, em ê destûrê nedin van.

BANGA LI PARTIYÊN SIYASÎ

Ji bo partiyên siyasî mesaja me ev e; werin em taziya xwe bikin yek. Cinazeyê min, ê te nîn e. Banga min ji bo wekîlên AKP, CHP, MHP’ê yên li Dîlokê ev e; werim li taziyê me li hev bin. Em êşa xwe bikin yek, li hemberî kesên ku daweta me kirine cihê xwînê bibin yek dil. Piştre hêsan e. Ti arîşeyeke ku neyê çareserkirin nîn e. Hemû taziye jî, dawet jî yên me ne. Ku dixwazin peyamê bidine me, werin em peyamê berovajî bikin. Encex bi vî awayî em dikarin heq ji van rojan derbikevin. Gelê me hem divê li dijî van komkujiyan derbikeve û hem jî destûrê nede wan kesan ku dixwazin bi êşa wan bilîzîn. Bangeke ku wê kaosê bi xwe re bîne ne bangeke dostane ye. Banga şer, şerê etnîkî ne banga birayan e. Banga me ev e. Divê dijberên me yên siyasî jî vê bizanibin. Em ê bi heman şêwazî bersivê nedin wan ên ku bi cihêkarî nêzî me dibin. Mezinbûna êşê ji bo me bila bibe deriyê aştiyê û hêviyê. Bi vî awayî em dikarin tiştên ku wê piştre bibin, bigirin. Naxwe gav bi gav wê ji Sûriyê ku komkujiyên mezin pêk tên, hînî mirinan bûne,cihêtiya me nemîne. Ji hêla siyasî ve em dikarin rexneyan li hev bînin, zorê bidin hev lê em divê vê derxînin derveyî qada siyasetê. Ev fatura wê bi ciwanan zarokan nedin. Weke HDP’ê helwesta me wê ev be. Ku em bikaribin vê pêk bînin aştî hêsan e. Em xwe li ya zehmet daneynin. Ez bang li her kesî dikim ku werin taziyeya me ya hevpar.’’

Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ew ê bi hevalên xwe yên partiyê re nirxandinan bikin û piştre biçe Dîlokê.