Demîrtaş: Jehrkuja herî mezin a li dijî qirkirinê, berxwedana civakî ye
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş da xuyakirin, ku Sûr bi pirçandiya xwe ve jiyaneke hevpar a ji hezkirin û hurmetê ye.
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş da xuyakirin, ku Sûr bi pirçandiya xwe ve jiyaneke hevpar a ji hezkirin û hurmetê ye.
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş da xuyakirin, ku Sûr bi pirçandiya xwe ve jiyaneke hevpar a ji hezkirin û hurmetê ye. Demîrtaş diyar kir, pêkanînek mîna valakirina gundan niha li bajaran tên meşandin û bajarên ji aliyê AKP'ê ve werin avakirin weke kampên tinekirina çandî pênase kir. Demîrtaş bal kişand ser kampa li Terolarê tê çêkirin jî û destnîşan kir, ku ji dubarekirina komkujiyên Mereş, Çorûm û Sêwasê wêdetir, hewl tê dayîn temamiya van komkujiyan bên biserxistin û bi vî rengî tinekirina topyekûn bê kirin.
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş ji mijarên di dema dawî de di rojevê de ne; biryara cemawerîkirinê, rewşa çandî û dîrokî ya Sûrê, lîstikên ji bo guhertina demografiya Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got, "Beriya her tiştî ez dixwazim gelê me yê li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê bi lehengî li ber xwe da, li ber xwe dide bi rêzdarî silav bikim. Ev berxwedan, berxwedanên li dijî mêtîngeriya sedsala 21'an û rêbaza wê ya qirkirinê tên meşandin."
Weke mirovekî li Sûr a Amedê ji dayik bûye û mezin bûye Nûrettîn Demîrtaş bi vî rengî jiyana li Sûrê vegot:
WARÊ MIROVÊN HERÎ XIZAN, LÊ YÊN HERÎ EGÎD: SÛR
"Gelê Sûrê ji berê ve weke gelê xwecihî û herî kevn ê Amedê tê naskirin. Hûn ji kîjan mirovê ji berê ve li Sûrê dijîn pirsin, dema jiyana berê vebêje, wê bêje; em xizan bûn, lê bextewar bûn. Ez ê bi gotina apê Canîp Yildirim ê çû ser dilovaniya xwe bêjim; bi rastî jî Sûr cihê mirovên herî xizan lê yên herî egîd bû. Apê Canîp bi vî rengî Sûr pênase dikir. Vê taybetmendiyê xwe dispart dilsoziya bi dîrok û çanda xwe, xwe dispart civakîbûna xwe ya li ser bingeha piştgirî û têkiliyên cîrantiyê. Li Sûrê civakîbûneke di nava malbatên biçûk de parçebûyî tinebû. Malbat bi rengê malbateke berfireh dijiyan, lê di heman demê de di asta taxan de têkilî hebûn. Têkiliyên cîrantiyê de gelekî zindî bû."
AKP'Ê XWEST MÎRATEYEKE MIROVAHIYÊ YA GERDÛNÎ TINE BIKE
Demîrtaş bal kişand ser pêkhatiyên cihêreng ên Sûrê û got, "Tevî ku di roja îro de ti ji wan nemabe jî, li naav Sûrê dewlemendiyeke çandî ya ji civakên Xiristiyan, Ermenî, Suryanî, Keldanî, kêm jî be Yahûdî hebû. Beriya ku dewleta AKP'ê êrîşî Sûrê bike û xera bike, dêrên li Sûrê hînê çalak bûn, dixebitîn. Bi temamî herêm neterikandibûn. Lê ez bawerim dêran jî para xwe ji van êrîşên dawî girtine."
Nûrettîn Demîrtaş da xuyakirin, ku sedema taybet a hedefgirtina Sûrê ji aliyê AKP'ê ve, daxwaza ji bo tinekirina mîrateya mirovahiyê ya gerdûnî bû û got, "Eger dilê Kurdistanê Amed be, dilê Amedê jî Sûr e. Lewma divê êrîşa li hemberî Sûrê weke êrîşa tinekirina bawerî, nirx û hemû gelên li Kurdistanê bê nirxandin."
Der barê gotina Erdogan, ku digot, 'Ji dema Serokwezaretiyê ve xeyala min bû. Çi avahiyên bi giranî xisar lê bûne, çi jî bi sivikî, divê hemû bên xerakirin' Nûrettîn Demîrtaş ev nirxandin kir:
'YÊN BI DEWLETÊ RE HEWL BIDIN DEST DEYNE SER SÛRÊ, WÊ BI ERDÊ RE BIBIN YEK'
"Erdogan mîna paşayekî mêtînger daxive. Xeyala xwe bilêv ike. Dawûtoglû jî wî temam dike. Ew jî dibêje 'Ez jî dixwazim li Sûrê malekê bikirim'. Tam mejiyekî xenîmetiyê ye. Şewitandine, xera kirine, niha jî wê talan bike û dibêje, ez ê ji xwe re li wir xaniyekî bikirim. Ji xwe ji niha ve pêşkêşî hevkar-nokerên xwe dikin. Ji malbata Ensarîoglû hin ferd ji niha ve ketine nava tevgerê. Bêguman Amedî malbata Ensarîoglû baş nas dikin. Di nava hin nifşên extiyar û ciwan ên vê malbatê de hin mirovên bi nirxên xwe yên cewherî dilsoz hene. Lê beşeke girîng a vê malbatê ji berê ve hevkarê dewletê ye. Ji bo dewletê li Kurdistanê li ser lingan bigire, bûye sparteyek. Di bin navê cemawerîkirinê de AKP van herêman pêşkêşî van hevkarên xwe dikin. Eger ev malbat rabe tiştekî bi vî rengî bike, mirovên Sûrê li aliyekî wê li hemberî xwe temamiya Kurdistaniyan bibîne û wê bi erdê re bibin yek. Divê bi vê zanibin." Demîrtaş di vî warî de daxuyanî û hişyariyên rayedarên KCK û PKK'ê bibîr xist û got, "Ez ji wan re pêşniyar dikim, ku divê van hişyariyan bibînin û li ber çavan bigirin."
AKP DIXWAZE CERDEVANÊN BAJARAN BAFIRÎNE
Demîrtaş işaret bi plana AKP'ê ya avakirina sîstema notirvanan (bekçî) li herêmên xwerêveberiyê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê û wiha axivî: "Sîstema cerdevaniyê ya li gundan ava kirin, niha jî wê derbasî bajaran bikin. Wergirtina 2 hezar 394 notirvanan, vê rastiyê nîşan dide. Çawa ku berê gund vala kirin û xwestin gundên stratejîk ava bikin, îro jî dixwazin bajarên stratejîk ava bikin. Ev bajarên stratejîk bêguman wê bi cerdevanên bajaran werin kontrolkirin. Dixwazin cerdevanên bajaran bafirînin. Sîstema notirvanan yekser versiyona cerdevanên gundan li bajaran e. Dikare bê gotin, ku hewl didin sîstema cerdevanên bajaran ava bikin. Di dem û rewşeke ku li gundan cerdevan dest ji çekê berdidin de, divê li bajaran di bin navê notirvaniyê de kesek vê cerdevaniyê qebûl neke. Pêwîste xwe nekin hedef."
HEWL DIDIN KEMBERA EREB LI BAKURÊ KURDISTANÊ BIXIN MERIYETÊ
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş der barê Plana Şark Islahat a 1925'an de ku di roja îro de jî hewl tê dayîn bicih were anîn got, "Plana Şark Islahat bingeha projeya Kembera Ereb e. Ji bo projeya Kembera Ereb mînak e. Mirov dikarin ji projeya Kembera Ereb re bêjin versiyona Ereb a plana Şark Islahat e."
Demîrtaş diyar kir, di çarçoveya projeya Kembera Ereb de bi rêya bicihkirina Ereban li herêmê, xwestin herêmê bê Kurd bêhêlin û ev tespît kir: "Kurd hatin înkarkirin, bênasname hatin hiştin û hewl hat dayîn hebûna Kurd bi temamî ji holê were rakirin. Niha jî dixwazim heman pêkanînê li Bakurê Kurdistanê bixin meriyetê. Herêmên ji bo vê hilbjiartine jî balkêş e; yek jê xeta Cizîr, Gever Nisêbîn e, ku li vê xetê berxwedan xurt e. Ya din jî xeta gelê me yê Elewî lê dijîn e, ku li vê xetê jî potansiyeleke mezin a berxwedanê heye. Bêguman dixwazin bajarên nû yên stratejîk ava bikin. Berê gundî dan koçberkirin, niha jî hewl didin bajaran vala bikin."
'LI KAMPÊN AFAD'Ê JI HER ALÎ VE DAIŞ TÊ PERWERDEKIRIN'
Demîrtaş têkildarî kampa li herêma Terolar a Narli ya Mereşê tê çêkirin de wiha axivî: "Çawa ku berê hatibû gotin, 'Erdê Ereban di nava ava bendavê de maye, pêwîstiya wan heye, deriyê xwe li wan vekin, xaka xwe ji wan re vekin' û bi dek û dolaban Ereb li herêmê bicihkrin, niha jî heman tiştî rejîma Tirk dike. Bi gotina 'Li Sûriyeyê şer heye, wê koçber bên, lewma tiştekî xwezayî ye ku li vê xakê bê bicihkirin' hewl dide kirasekî masûmane li vê hewldana xwe bike. Lê belê divê her kes baş zanibe; wê Sûriyeyiyan nîne, yekser wê DAIŞ'ê bînin li wir bi cih bikin. Ev rastiyeke li pêş çavan e û zelal e. hatiye îspatkirin ku hemû kampên AFAD'ê kampên perwerdeya DAIŞ'ê ne. Ji herêma Terola heta Pirûs, Bazarcix û Zîleyê xeteke bi giranî nifûsa xwe Elewî ye, ku cihekî xwedî potansiyeleke xurt a berxwedanê ye. Lewma eger gotin di cih de be; dixwazin sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê mêtîngeriyê ve ewle bikin û gavên di vî warî de davêjin. Di vê çarçoveyê de dixwazin komkujiyên Mereş, Çorûm û Sêwasê bibin serî, temam bikin. Ez vê yekê naşibînim dubarekirina komkujiyan. Dubarekirin tê wateya, li Mereşê ji nû ve qetilkirina 5 sed, 6 sed kesî, ku em hêvîdar in tiştekî bi vî rengî wê qet neqewime. Lê ev xeterî heye. Bes xeterî ji vê mezintir e. Ji dubarekirinê wêdetir dixwazin wê komkujiyê bi encam bikin, dixwazin bi rengekî giştî îmha bikin. Armanc ev e. Eger ev armanc neyê dîtin, tedbîrên pêwîst jî nikarin werin girtin."
GELÊ TEROLAR BERXWEDANEKE RÛMETÊ DIMEŞÎNE
Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir, ku gelê Terolarê haya xwe baş ji vê armancê û hedef heye û got, "Lewma berxwedaneke gelekî bi rûmet nîşan dide. Berxwedana gelê me yê Elewî yê li wê herêmê, ne tenê ji aliyê Kurdistaniyan ve, divê ji aliyê hemû Elewî û demokratên Tirkiyeyî ve bê destekkirin."
'EW XWE ÇI DIHESIBÎNIN, EV DER KURDISTAN E'
Demîrtaş işaret bi hewldanên valakirina bajarên li xeta Botanê jî kir û anî ziman, hewl didin temamiya Botanê bêmirov bihêlin. Demîrtaş da xuyakirin, ku dewletê berê jî gelek caran ev ceriband û got, "Berê gund vala kirin, îro jî dixwazin temamiya bajarên Botanê vala bikin. Plan û pêkanînek bi vî rengî heye. Xendekên gelê me, ciwanên me li dijî êrîşan kolandine, heta ji wan tê dinepixînin û dikin sedema qirkirineke mezin û giran. Îro ew bi xwe li her derê xendekan dikolin, dîwaran lê dikin. Ya mirov jê şer bikin, xendekên wan û dîwarên wan in."
Demîrtaş da zanîn, ku dewlet bi çêkirina bendavan re dixwaze li Botanê 'ewlekariya xwe' xurt bike û bibîr xist, ku bi tenê li Şirnexê zêdeyî deh bendav hene. Demîrtaş got, "Bi çêkirina van bendavan re li gorî xwe dixwazin ewlekariyê pêk bînin. Lê ev bi ser neket, encam negirtin. Niha hewl didin bajaran ji Rojava qut bikin, yanî Kurdistanê ji nû ve parçe bikin. Pêwîste ev yek bi vî rengî bê fêmkirin. Lê belê tişta AKP'ê fêm nekiriye; em di sedsala 20'an de najîn. Di sedsala 20'an de vîna Kurdan tinebû. Lê em di sedsala 21'ê de ne û rastiya gelekî ya bi têkoşîneke zêdeyî çil salan zana bûye, bûye gelekî berxwedêr heye. Nikarin Kurdistanê vala bikin. Em bêjin 'Kurdistan bi temamî valakirin'. Di rewşeke bi vî rengî de jî wê miriyên me ji gorê rabin û hestiyên miriyên me wê li dijî wan şer bikin. Ew xwe çi dihesibînin, ev der Kurdistan e."
Nûrettîn Demîrtaş ragihand, berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Terolar belav dibe û wê gelek cihên din li vê berxwedanê zêde bibin. Demîrtaş got, "Ji ber ku li her derê êrîş hene. Bêguman li cihê êrîş lê hebe, wê berxwedan jî hebe."
ÊRÎŞ GELEKÎ MEZIN E, LÊ BERXWEDAN JÎ GELEKÎ MEZIN E
Demîrtaş destnîşan kir ku êrîşên tên kirin gelekî mezin in, lê berxwedana li hemberî vê tê nîşandan jî gelekî mezin e û bang li ciwanan kir, ku vê firsenda dîrokî ji dest nerevînin û di navenda berxwedanê de cih bigirin. Demîrtaş bang li hemû ciwanên Tirk, Ereb, Çerkez, Gurcu, Laz, Elewî, Sûnî, Demokrat, Misilman, Sosyalîst û Şoreşger kir ku tevlî berxwedana Kurdistaniyan û Elewiyan bibin."
Li hemberî gefên dewleta AKP'ê yên desteserkirina cih û warên Kurdan Demîrtaş bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedanê û xurtkirina yekîtiyê.
Demîrtaş got, "Pêwîste Dayikên dibêjin, 'Em ê van deran ji jêxurên şer û AKP'ê re nehêlin' esas werin girtin. Ev berxwedan bi vî rengî dikare bê biserxistin. Wê demê, ne AKP wê gelê xwediyê Sûr, Silopiya Cizîr bi xwe cih û warên xwe ava bike. Gel wê piştgiriya hev bike û bi rengekî li çanda xwe ya civakî tê, ji nû ve ava bike. Ev hêz bi gel re heye. Lê belê bersiva herî watedar a li hemberî êrîşê îro bê dayîn, seferberiya têkoşîna topeykûn e. Pêwîste bersiveke bi vî rengî bê dayîn. Divê dereng nemîne. Pêwîste plansazî û nîqaşên heta niha tên kirin êdî bikevin meriyetê û rewşa heyî bibe 'hinceta berxwedanê' ku li tevahiya cîhanê deng vede. Bi berxwedaneke civakî re mirov dikarin li hemberî vê rabin. Jehrkuja herî mezin a li dijî qirkirinê, parastina ruhê berxwedana civakî û hêza wê ya moralê ye. Bi ti awayî qelsnekirina daxwaza azadiyê ye. Bi vî ruhî re serketin dikare bi dest keve."