Demîrtaş: Divê Kurd di vê pêvajoyê de hevparî tevbigerin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Hewlêrê daxuyanî da, diyar kir ku pêwîstî pê heye ku hêzên siyasî yên Kurd helwestên hevpar nîşan bidin.

Demîrtaş  bi heyeta ku li Hewlerê serdanan dikin li Hotel Çarçirayê civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de Cîgirên Hevserokê HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Nadîr Yildirim, Parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Besîme Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan amade bûn.

Selahattîn Demîrtaş di civîna çapemeniyê de axivî û got; “Pêwîstî pê heye ku ji her demê zêdetir di vê pêvajoyê de Kurd hevpar tevbigerin. Divê helwesta tevahî aliyên siyasî hevpar be.”

Demîrtaş îfade kir ku îro di dest Kurdan de derfet û firsendên ku heta niha di dîroka xwe de bi dest nexistine hene, got; “Ev tevgera cuda bi cuda di dîrokê de bûye sedem ku Kurd maf û azadiyên xwe ji dest bidin. Gelê Kurd ti carî ji bo ti beşan nebûye tehdîd. Her kî bi Kurdan re hevkrariyê bike ew ê bi ser keve. Li çar parçeyên Kurdistanê rewşa Kurdan krîtîk e. Bi dawîbûna bi vî şêwazî ya berxwedan û fedakartiyên Kurdan, dil disoje.”

Demîrtaş, got “Serdana me ya Başûrê Kurdistanê wê tevahî pirsgirêkan çareser neke” û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Em wek HDP’ê ti cudahiyê naxin navbera partî û rêxistinan. Em dixwazin ku ji bo derbaskirina van pirsgirêkan hevkariyek mabeyna tevahî partiyan de çêbibe. Hêvîdar im ku ev serdana me wê bibe wesîleya hevkariya navbera Kurdan.”