Demîrtaş: Bi komployên erzan nikarin vîna me bişikînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrataş bi peyamekê diyar kir, ew bi qonaxeke nû ya darbeya sivîl a bi pêşengiya AKP-Qesrê hevrû ne.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrataş bi peyamekê diyar kir, ew bi qonaxeke nû ya darbeya sivîl a bi pêşengiya AKP-Qesrê hevrû ne û got, ‘’Ên ku ji wan weye wê vîna me bişikînin, bi van komloyên erzan diçespînin çi qas pepûk in. Şert û merc .çi dibin bila bibin em ê têkoşîna xwe ya siyasî ya demokratîk em ê bişopînin.’’

Demîrtaş bi rêya parêzerê xwe peyam şand. Peyama ku bi destnivîsa Demîrtaş hatî nivîsîn ji hêla parêzer Mahsûnî Kahraman ve li ber edliyeyê hate xwendin.

Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:

‘’Em bi qonaxeke nû ya darbeya sivîl a bi pêşengiya AKP-Qesrê hevrû ne û got. Ez û hevalên xwe li dijî vê darbeya dij hiqûqî li her deverê û di her qonaxê de em ê rawestin. Em dixwazin were zanîn, em ê heta dawiyê, bi hişkî bi têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ve girêdayî bin. Ev rojên zilmê li hemberî berxwedana me teqez wê bi dawî bibe. Ên ku ji wan weye wê bikaribin vîna me bişikînin, nîşan dan bê kaç endî reben in. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin. Em ê banga xwe ya aştiyê dîsa bidomînin. Ez ji dil hemû dostan slav dikim.’’

...