Demîrel: Duh bi şev darbeya siyasî pêk hat
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku duh bi şev li Tirkiyeyê darbeyekî siyasî pêk hat û bang li gelê Tirkiyeyê kir xwest xwedî li siyaseta demokratîk derkevin.
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku duh bi şev li Tirkiyeyê darbeyekî siyasî pêk hat û bang li gelê Tirkiyeyê kir xwest xwedî li siyaseta demokratîk derkevin.
Piştî ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr û Gulser Yildirim ên bu şev hatin binçavkirin anîn Edliyeya Amedê. Piştî ku hevserok û parlamenter anîn Amedê gelê Amedê jî herikî ber edliyeyê. Di vî navberê de parlamenterên HDP'ê Çaglar Demîrel, Meral Daniş Beştaş, Besîme Konca, Feleknas Uca jî hatin edliyeyê lê nehiştin parlamenter bi hevserok û parlamenteran bibînin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bêyî ku hincet bidin nîşandan negirtin hundirê edliyeyê.
Li aliyê din Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken anîn Edliyeya Çewlîgê, parlamenter Îmam Taşçier ê hatibû binçavkirin li bendê ye saet di 15.00'an de ji Enqereyê bînin Amedê. Nursel Aydogan û Leyla Bîrlîk li Edliyeya Şirnexê îfade didin, Ferhat Encu yê ku li Stenbolê hat binçavkirin jî li hate hînbûn ku dê bînin Şirnexê, Selma Irmak û Abdullah Zeydan jî anîn Edliyeya Colemêrgê.
Parlamenterên HDP'ê di îfadeyên xwe yên dozgeriyê de parastina hevpar dikin. Li hundirê edliyeyê polîsên çewîk li ber odeya baroyê hatin bicihkirin, serdozger xwest ku odeya baroyê bê valakirin.
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel a ku li ber edliyeyê bi gel re ye diyar kir ku duh bi şev li Tirkiyeyê darbeyekî siyasî pêk hat û wiha axivî: "Hevserokên Giştê yên HDP'ê û parlamenterên me bi şev bi ser malên wan de hate girtin û hatin dîlgirtin. Ev darbe di şexsê parlamenterên me de li hemberî îradeya 6 milyon kesan hatine kirin. Ev bi destê Qesrê û AKP'ê ve li dijî HDP a ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk dike hatiye kirin. Ev faşîzm e. Ev vî qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. BAnga me ji hemû gelên Tirkiyeyê re ew e ku li dijî faşîzmê têkoşîna topyekûn bikin xwedî li siyaseta demokratîk derkevin.