Demîragaç ê DBP’î ku ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate qetilkirin, li Wanê hate definkirin

Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Artemêtê Ahmet Demîragaç yê ku li Wanê duh saetên danê nîvro ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Artemêtê Ahmet Demîragaç yê ku li Wanê duh saetên danê nîvro ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, bi merasîmeke girseyî ve ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.

Cenazeyê Rêveberê DBP’ê yê Navçeya Artemêtê Ahmet Demîragaç ê ku duh li Taxa Şabaniye yê girêdayî navçeya Artemêtê ya Wanê, ji aliyê polîsan ve di wesayîtê de hate qetilkirin, vê sibehê ji navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Yuzunci Yilê hate girtin û anîn Goristana Taxa Suphanê.

Dema girseya dirûşmeyên “PKK’e gel e, gel li vir e” qîr kir, polîsan jî bi bombeyên gazê û bombeyên deng êrîş kirin. Girse tevî êrîşan jî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Demîragaç hilgirtin û meşa xwe dewam kirin. Dema ku girse gihişt goristanê, dîsa polîsan bi bombeyên deng dest bi êrîşê kirin. Aloziya ku di navbera polîs û girseyê de derketî heta ku wesayîta zirxî ji nav goristanê derket bi dawî bû.

Di merasîma cenaze de Alîkarê Hevseroka HDP’ê Nadîr Yildirim, endamê Meclîsa HDP’ê Abdûrrahman Dogar, Ozgur Zeydan, endama Meclîsa DBP’ê Hacer Ozdemîr, Metîn Kûrtaz, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Nezmiye Acar, Hevşaredarên HDP’ê yên Bajar Yakûp Ataî û Gulistan Orhan, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktivîstên KJA, Nûnerên STO û gel beşdarî merasî bûn.

Piştî dûayan cenaze hate definkirin. Piştre li ser giyanê şehîdên aştî û azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê Alîkarê Hevşaredarên HDP’ê Nadîr Yildirim axivî û wiha got: “Her çiqas êrîş bikin bila bikin, Kurd serî li ber wan natewîne. Gelê Kurd biryara xwe daye. Me soz daye ku em ji vê rêyê venegerin. Rawestan ji me re heram e. Serê gelê Kurd sax be. Berdêla wê çiqasî giran be bila giran be yan azadî, yan azadî.”

Piştî Yildirim endamê PM’ê yê DBP’ê Metîn Kûtaz mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Em nagirîn, bila serê me bilind be. Kurdan ti carê serî natewandine, ji niha û şûn de jî serî natewînin. Li hember vê zilmê wê berxwedana me dewam bike.”

Herî dawî jî bavê Demîragaç Beşîr Demîragaç mafê axaftinê girt û wiha got: “Şehîd ne şehîdê min tenê ye, şehîdê gelê Kurd e.”

Piştî merasîma cenaze, girseyê konê sersaxiyê yê li taxa Şebaniyeyê ziyaret kirin.

...