Dema ku Tûncel binçav kirin, tehde lê kirin

DBP'ê da xuyakirin, dema ku Sebahat Tûncel hate binçavkirin tehde lê hate kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyeke nivîskî têkildarî binçavkirina Hevseroka DBP’ê Tûncel da û got, di binçavkirinê de tehde lê hatiye kirin.

DBP di daxuyaniya nivîskî de got, "Hevserokên HDP’ê Birêz Selahattîn Demîrtaş û Birêz Fîgen Yuksekdag jî di nav de, bi ser malên 12 wekîlan de girtin û hatin binçavkirin. Di dema binçavkirina wekîlan de di çapemeniyê de jî diyar bûye ku tundiya fizîkî li wan hatiye kirin. Hevseroka me Birêz Sebahat Tûncel dema ku bi mebesta vê kirina dijî mirovî û keleşî li ber Edliyaya Amedê, dema ku bi gel re di çalakiya rûniştinê de bû, polîsan bi tundiya fizîkî ew binçav kirin" û bi berdewamî hate gotin, kirinên li ser siyasetmedarên Kurd ji mêj ve normên siyasî û hiqûqî li pey xwe hiştine û veguherîne hîsa tolhildêr a çeteyan.

DBP’ê di daxuyaniyê de diyar dike, AKP û dîktaya Erdogan hewl didin ku bi kirinên faşîstî yên bi ser gelê Kurd û siyaseta wê dixwazin encamê bi dest ve bînin û got, ‘’û hemû konsepta xwe li ser vê ava kirine. Bi hilweşîna ku di hiqûqa darbeyê de nîn e bi ser gelê Kurd û siyaseta wê de diçine. Em bang li her kesî dkin ku li dijî vê hişyar bin, helwest nîşan bidin û li dijî vê êrîşa faşîst li pişt gelê Kurd bisekinin. Em carake diyar dikin, kesên ku li dijî vê nebin xweyî helwest û sersar û guhnedêr bin, li pêş dîrok û mirovahiyê wê şermîdar bin. Em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî vê êrîşê li ber xwe bidin. Em daxwaz dikin ku hevserok û wekîlên me bi bayê bezê serbest werin berdan."