Greva birçîbûnê ya ji aliyê hunermed Şivan Perwer ve 16ê mijdarê hatibû destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Îro jî hunermend Delîl Dîlanar û Xêro Ebas jî tevlî greva birçîbûnê bûn û piştgirî dan daxwazên girtiyan
Hunermend Delîl Dîlanar û Xêro Ebas jî tevlî greva birçîbûnê ya ji aliyê Şivan Perwer û produktorê muzîkê Hakan Akay ve li ber Parlementoya Herêma Kurdistanê hatibû destpêkirin bûn.
Di daxuyaniya ji aliyê hunermendan ve hate dayîn de hate gotin; “Ji axa Helepçe, Hewlêr, Enfal û Dihokê ya ku dîkdatorên ku xwe dixistin şûna Xwedê veguherandibûn deryaya hesir û xwînê bang li we dikin.” Hunermendan dan diyarkirin ku îro li ser vê axê ala azadiyê ya Kurdan bilind dibe.
Hunermendan bal kişand ku greva birçîbûnê ya ku ji aliyê zêdetirê 10 hezar girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, ketiye roja 66’emîn û got; “Ev yek dilê me birîn dike, zimanê kîn û nefretê yê ku dewlet û saziyên wê bi kar tîne fikarên me zêdetir dike.”
Hunermendan got; “Îro di serî de li Amedê li her derê cîhanê kurd radibin û bi qedera berê razî nabin û gelê Kurd dê li derdora di serî de Rêberê Neteweyî yê Kurdan û hemû girtiyan bibin bicivin.”