Dê gêrîla Jiyanda li Tetwanê bê definkirin

Dê gêrîla Jiyanda li Tetwanê bê definkirin

Gêrîlaya HPG’ê Aklîme Sezer (Jiyanda) ku yek ji wan 15 gêrîlayên jin yên di 24’ê Adarê li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da bû, ji ber sedema bixeletî aşkerakirina nasnameyê li Wanê hatibû defin kirin, îro dê bibin Tetwanê û defin bikin.

Di 24’ê Adarê de di pevçûnekî li Bedlîsê de 15 gêrîlayên jin jiyana xwe jidest dabû. Li gorî daxuyaniya HPG’ê gêrîlaya HPG’ê Hediye Akdogan (Rozerîn Amara) hatibû aşkera kirin û li ser vê yekê li Goristana Selîmbey ya Wanê hatibû definkirin, piştî 4 mehan hate zanîn ku, tespît şaş hatiye kirin. Hat hînbûn ku ya hatiye defin kirin ne gêrîla Hediye Akdogan (Rozerîn Amara) ye, gêrîla Aklîme Sezer (Jiyanda) ye.

Malbata gêrîla Jiyanda ya li Tetwanê dimîne, îro hatin Wanê û cenazeyê keça xwe birin Tetwanê. Hat hînbûn ku, dê îro cenazeyê gêrîla Jiyanda li Goristana Karşiyaka ya navenda Tetwanê veşêrin.