DBP: Em ê xwedî li mîrateya Denîzan derkevin

DBP’ê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi bîr anî û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya wan derkevin û têkoşînê geştir bikin.

DBP’ê pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi bîr anî yên ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatibûn darvekirin.

Di daxuyaniya DBP’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên faşîst ên Tirkiyeyê bi darvekirina sê şoreşgeran gotin qey ew ê têkoşîna demokrasî û azadiyê jî darve bikin. Ligel van darvekirinan ciwan xwedî li bîranîn û hêviya her sê şoreşgeran derketin, li hemberî vê êrîşan bêdeng nemaen û têkoşîna xwe heta îro domandine.

‘MÎRATEYEKE RONÎ LI PEY XWE HIŞTIN’

Pêşengên şoreşger ên ku gotin ‘Bijî têkoşîna serbixwe ya gelê Kurd û Tirk’, mîrateyeke ronî li pey xwe hiştin. Nûnerên vê mîrateya ronî Kurdistan di serî de li Tirkiyeyê îro têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê didomînin. Ji Geziyê heta Kobanê, ji berxwedana xwendekarên Bogazîçiyê û heta salvegera sê şoreşgeran dîsa li pêşberî me hêzên tarî hene ku dixwazin welat têk bibin. Di vê têkoşînê de em ê xwedî li mîrateya Denîz, Huseyîn û Yûsûfan derkevin. Em hemû mirovên li ser rêya şoreşê jiyana xwe dane, bi hurmet bi bîr tînin û sozê didin ku em ê têkoşîna demokratîk û azadiyê geştir bikin.”