DBP: Em ê ti carî ji têkoşînê venegerin!

DBP'ê diyar kir, zext û polîtîkayên qetlîamker ên hikûmetê wê nikaribin wan ji têkoşînê vegerînin û ji hikûmetê xwest, têkildarî aqûbeta Hûrşît Kulter derhal bikeve nava tevgerê.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li ser zextên li wan tên kirin û aqûbeta rêveberên wan ê Şirnexê Hûrşît Kulter ê 20 roj in agahî jê nîne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê şer daketiye nava bajaran û ji ber vê yekê di nava salekê de bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, bêhiqûqiya tê kirin, ji ya salên 90'î dijwartir e. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

'AŞTÎXWAZ DI HEDEFA HIKÛMETA ŞER DE NE'

"Binpêkirina mafên mirovan, qetilkirina sivîlan, qedexeyên derketina derve yên bi heman ku mafê vehewînê ya mirovan binpê kirin, koçberbûna bi sed hezaran mirovan ji cih û warên xwe, asta qewimînan radixe pêş çavan. Her kesên li dijî van polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê derketin, her kesên daxwaza aştiyê kirin bûn hedefa hikûmeta şer û bi pêla binçavkirin û girtinan hewl hat dayîn mûxalefeta civakî bê tepisandin. Dewleta AKP'ê bi taybetî li hemberî partiya me polîtîkayeke taybet a zextê xistiye dewrê. Hevserokê me, Hevşaredarên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan, rêveberên me bi rengekî nehiqûqî hatin girtin. Gelek rêveberên me hatin qetilkriin.

Di vê dema ku binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Tirkiyeyê derketiye asta herî bilind de, gule li wesayîteke ku rêveberê me yê navçeya Wan Artemêtanê jî tê de bû hat reşandin û rêveberê me yê navçeyê Ahmet Demîragaç jiyana xwe ji dest da. Bila rehma Xwedê li welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane be û em ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazin. Em van pêkanînên li dijî mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovan e, bi tundî şermezar dikin. Ji bo darizandina berpirsyarên fiîlî û siyasî, em ê têkoşîna xwe ya siyasî, însanî û hiqûqî bidomînin."

HÛRŞÎT KULTER

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa Hûrşît Kulter û hat ragihandin, li gorî vegotinên şahidan Kulter li wesayîta leşkerî hatiye siwarkirin û îşkence lê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di hesabên twîtterê yên JOH-POH'ê de hatiye ragihandin ku Kulter hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de ji rayedaran hat xwestin derhal lêpirsîneke xurt bidin destpêkirin.

DBP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku ev êrîşên li hemberî partiya wan tê kirin, wê ti carî wan ji têkoşîna azadî û demokrasiyê venegerînin.