Dayikên Şemiyê: Dewlet hê jî qetil dike
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin cara 580'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin cara 580'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn.
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin cara 580'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn û bal kişandin li ser pîrozbahiyên "Roja Dayikan" û peyama "Li welatê ku dayik xwe digihînin hestiyên zarokên xwe bi şans in, roja dayikan a ku bê pîrozkirin tuneye" dan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul pirsîn.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin windakirin û qetilkirin cara 580'emîn li Qada Galatasarê hatin cem hev. Di çalakiyê de vê hefteyê jî dayikan pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" vekirin û qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên winda danîn ser pankartê. Di çalakiya vê hefteyê de dayikan bal kişandin li ser "Roja Dayikan" û diyar kir ku rojake dayikan a ku bê pîrozkirin tuneye. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta xwedekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul pirsîn û xwestin berpirsi0yar bên darizandin. Parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan, Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî piştgirî dan çalakiyê.
Destpêkê hevsera Hûseyîn Taşkaya yê di 1993'yan de li navçeya Sêwereg a Rihayê hate windakirin Sûltan Taşkaya axivî û wiha got: "Îro roja dayikan e, lê çi heyf e ku em nikarin roja dayikan pîroz bikin. Dayik çavên wan vekirî diçin. Ji ber ku nikarin hestiyên zarokên xwe jî bibînin û jiyana xwe ji dest didin. Tam em ê bigihêjin hestiyên zarokên xwe windahiyên nû çêdibin. Vê bizanibin ku ne li vê dinê ne jî li aliyê din em ê pêsira we bernedin."
DAYIKÊN KU ZAROKÊN WAN HATINE QETILKIRIN: ÇAWA ROJA DAYIKAN PÎROZ BIKIN
Piştre jî hevsera Fehîm Tosûn ê di 1995'an de hate windakirin Hanim Tosûn axivî û got ku ew careke din li Qada Galatasarayê di nava êş û rondikan de ne. Ev 20 sal in ku ji bo hestiyên xizmên xwe li Qada Galatasarayê ne, niha zarokên Kurdan li jêrzemînên hovîtiyê û di bîrên asîtê de tên qetilkirin. Tosûn bi gotina "Piştî ku ewqas zarok hatine qetilkirin çawa hûn dikarin derkevin roja dayikan pîroz bikin" bang li desthilatdariyê kir û wiha got: "Dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin çawa wê roja dayikan pîroz bikin. Ez ji bo wan dayikan sebrê dixwazim. Li vî welatî dayikên ku xwe dikarin bigihînin hestiyên zarokên xwe wekî bi şans tên dîtin. Ev dayik hene, em ê çawa roja dayikan pîroz bikin."
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû jî ev tişt got: "Helaliyê dixwazin. Heta ku hûn ji vê qadê helaliyê negirin hûn ê neyên efûkirin. Heta ev qad we efû neke hûn ê barê wijdanê her tim li ser xwe hilgirin."
Parlamentera HDP'ê Pervîn Bûldan jî got ku ev 580 hefte ye li vî qadê ne û aqûbeta kesên ku di kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist. Bûldan diyar kir ku li welatê ku mirov tên qetilkirin de roja dayikan nikare bê pîrozkirin
'HESTIYÊN ZAROKAN DI BIN AXÊ DE NE'
Birayê Hûsamettîn Yaman ê di 4'ê Gulana 1992'yan de hate windakirin, Feyyaz Yaman jî çîroka windakirina birayê xwe parve kir û got ku birayê wê li Findikzadeyê hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye windakirin, di 19'ê Kanûna 2011'an de piştî îtirafên Ayhan Çarkin rastî derketiye holê. Yaman anî ziman ku feraseta qatlîamker berdewam dike li şûna Mehmet Eymûr û Reşat Altay navên nû hatine tayînkirin. Yaman got ku di 23'yê Nîsana 2016'an de hestiyên hin kesên ku di Qatlîama Dersimê de jiyana xwe ji dest dabûn derketin holê û li welatekî ku ji bo zarokan cejn hatiye diyarkirin de hestiyên zarokan di bin axê de ne.
Piştre daxuyaniya hefteyê ji aliyê Meryem Goktepe ve hate xwendin. Goktepe aqûbeta xwendekarên zanîngehê Hûsemettîn Yaman û Soner Gûl pirsî. Goktepe bilêv kir ku berpirsyarên qatlîaman heta niha nehatine darizandin û 24 sal in di dosyaya Yaman û Gûl de ti pêşketin çênebûne.