Dayîkên Aştiyê terora polîsan ya li Amedê şermezarkirin

Dayîkên Aştiyê terora polîsan ya li Amedê şermezarkirin

Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê ya Amedê mudaxeleya polîsanya di 14'ê Tîrmehê de li dijî gelê Amedê û parlementeran pêk anî şermezar kir. Dayîkan anîn ziman ku li gel polîsan her der bi bombeyên gazê kirin dojeh jî dîsa gelê Amedê ji bo Azadiya Ocalan di ber xwe da.

Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê ji bo astengiyên li pêş mîtînga KCD'ê û BDP'ê ya bi dirûşmeya "Ji Ocalan re Azadî" di 14 tîrmehê de pêk bi aniya û mudaxeleya polîsan ya li hemberî gel û parlementerên BDP'ê bi civîna çapapemeniyê şermezar kir. Dayîkan li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê Dayîkan Gulîstan Erek daxuyanî da. Erek diyar kir ku, mîtînga ku dê di 14'ê tîrmehê de bihata lidarxistin ji bo gelê Kurd pir giring bû û wiha axivî: "Lê Amed kirin weke dojehê. cihek ne ma ku bomba gazê ne avêtinê. Bêy ku bêjin ev jin, zarok û kale êrîşê gel kirin. em vê nêzîkatiyê bi tundî şermezar dikin. Ger bi vê nêzîkatiyê dibêjin dê gelê Kurd paşve gavan bavêje, wê demê ev dewlet xwe dixapîne. Gelê Kurd tu çarı dev ji tekoşîna ku bi salane dayî bernade. dê her dayîn ji bo azadiya Serokê xwe berxwe bide. ji ber ku heyanî Serokê me azad nebe em jî azad nabin."

'DÊ GELÊ KURD BERXWEDANA XWE BILINDTIR BIKE'

Piştî Dayîka Aştiyê Erek, Dayîka Aştiyê Havva Kiran jî anî ziman ku, kesê ku destê xwe bi de rozeta memûrê dewletê bi mehan ceza lê tê birîn û wiha axivî: "Lê dema ku mijar dibe parlementerên gelê Kurd her awayê tundî rewa tê dîtîn. Di kîjan welatî de li parlementeran hatiye xistin. mînakeke ya bi vî rengî hetanî niha nehatiye dîtin. Ji bo azadiya gelê Kurd parlementerê ku derdikevin kolanan ji aliyê polîsên dewletê ve rastî tundiyê tên. em vê na qet qebûl nakin." Kiran diyar kir ku, ew kesên ku li cem AKP'ê cih digrin pêwîste di heman demê de îstifa bikin û wiha dawî li axiftina xwe anî: "Bilanê ev kesane destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa bi fikirin."

Kiran da zanîn ku, ew tundiya polîsan ya li ser gelê kurd şermezar dikin. Kiran dest nîşan kir ku bêy ku gelê Kurd ji tekoşîna xwe ya azadiyê tawîzan bide dê berxwedana xwe hertim bilindtir bike.