Dayika Meygîl: Kezeba Erdogan bişewite!
Cenazeyê zarokê 16 salî Bîlal Meygîl li Goristana Şehîtlîkê ya Farqînê bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyê zarokê 16 salî Bîlal Meygîl li Goristana Şehîtlîkê ya Farqînê bi girseyî hat definkirin.
Cenazeyê zarokê 16 salî Bîlal Meygîl li Goristana Şehîtlîkê ya Farqînê bi girseyî hat definkirin. Dayika Meygîl (16) ê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da Sevîm Meygîl, diyar kir ku Bîlalê wê şitil bû û wiha got: "Şitla min qurçimandin. Wan ev şitil jêkirin, lê wê li şûna vê şitlê hezar şitlên din aj bidin."
Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan di 9'ê Îlonê de zarokê 16 salî Bilal Meygîl birîndar kiribûn. Bîlal Meygîl li Nexweşxaneya Dunya ya Êlihê jiyana xwe ji dest da. Meygîl, li ber deriyê malê dema bi gogê dilîst, polîsan bi karnasê ew birîndar kiribûn. Piştî dermankirina 20 rojan a li nexweşxaneyê îro serê sibê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya Meygîl hat kirin malbatê cenazeyê wî li Goristana Şehîtlîkê ya Taxa Tekelê ya Farqînê bi girseyî defin kirin. Di merasîma cenazeyê Meygil de Wekîlên Şaredarê Farqinê Kerem Canpolaten û Zuhal Tekîner, rêveberên MEYA-DER'ê rêveberên HDP-DBP'ê yên Amed û Farqînê, ciwanên parastina taxên Tekel, Mescît û Konakê dikin jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Cenazeyê Meygîl, heta taxa Tekelê bi karwan anîn, piştre darbesta Meygîl danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Girsê darbesta Meygîl bi ala kesk, sor û zer pêçan û nêzî 2 kîlometreyan heta Goristana Şehîtlîkê meşiyan. Girsê bê navber dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Farqînê" berz kirin. Meş li goristanê bi dawî bû. Ciwanên parastina taxên Tekel, Mescît û Konakê dikin li ser goristanê jî parastina girsê kirin û ji bo Bîlal Meygîl merasîm pêk anîn. Piştî merasîmê cenazeyê Meygîl defin kirin.
DAYIK MEYGÎL: KURD NAQEDIN
Piştî cenaze hat definkirin, girseyê rêz girt û bênavber dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin. Rêveberên MEYA-DER û DBP'ê diyar kirin ku soz didin wê doza wan bişopînin. Dayika Meygîl, Sevîm Meygîl jî diyar kir ku kurê wê Bîlal şitl bû û wiha got: "Min şitla xwe Bîlalê xwe spart axê. Şitlek ji min stendin, lê wê hezar şitlên din aj bidin. Kurd naqedin. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin bila kezeba te jî bişewite. Bila aqûbet li serê te be jî."
Piştî axaftinê girse ji bo sersaxiyê derbasî Mala Sersaxiyê ya taxa Tekelê bû. Sersaxî dê 3 rojan berdewam bike.