BI DÎMEN

Dayika Emîne: Wê hesabê vê zilmê bê pirsîn

Emîne Ustek a 60 salî, ku li Şirnexê xaniyê wê hat xerakirin û hevjînê wê hat girtin bal kişand ser zilma giran a li wan hatiye kirin û got, “Bêguman wê rojekê hesabê vê zilmê bê pirsîn.”

Emîne û Yûsûf Ustek ên piştî êrîşên hêzên dewletê yên li Şirnexê, li herêma Avahiyên Giştî ya Şirnexê li binê konan bi cih bûn, dema çûn avdana bexçeyên xwe yên li bajarokê Bilmadê, Yûsûf Ustek ji aliyê polîsên tîmên taybet ve bi îşkenceyê hat binçavkirin. Piştî ku Ustek hat binçavkirin, malbata wî û saziyên demokratîk ketin nava hewldanan, lê hêzên dewletê li xwe negirtin ku ew binçav kirine. Çar rojan agahî jê nehat girtin. Di encama hewldanên berfireh de dewleta Tirk li xwe girt ku ew binçav kiriye û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Hevjîna wî li binê kon bi tena serê xwe dijî. Ewilî mala wê hat xerakirin, piştre jî hevjînê wê li pêş çavên wê bi îşkenceyê hat girtin. Ustek da xuyakirin, ku zilma li wan hatiye kirin nehatiye dîtin û diyar kir, dixwazin wan koçber bikin, lê ew ê ti carî xaka xwe neterikînin.

BI ÎŞKENCEYÊ BINÇAV KIRIN

Emîne Ustek ragihand, ji ber êrîşên hêzên dewletê, tevî hevserê xwe neçar man e mala xwe ya li Şirnexê biterikînin û ji ber van êrîşan li konên li herêma Avahiyên Giştî bi cih bûne. Ustek ku ev pênc meh in li binê kon dijî, car carna bi hevserê xwe Yûsûf Ustek re diçû avdana bexçeyê xwe yê li gundikê Bilmadê. Ustek da zanîn, ku ew sibeha 20’ê Tîrmehê jî bi vê armancê çûn e lê dema li bexçe bûn ji aliyê polîsên taybet ve bi maşînên zirxî dor li wan hatiye girtin. Ustek got „Xwestin hevserê min bi xwe re bibin û sedema vê jî negotin. Li pêş çavên min îşkenceyeke giran li hevserê min kirin. Kîs xistin serê wî. Tevî hemû qîrîn û hawara min jî îşkence li hevserê min kirin. Dûre li maşîna zirxî siwar kirin û ew birin.“

JI BER KU JI WAN NEHAT DI BINÊ ÇAVAN DE WÎ WINDA BIKIN, EW GIRTIN

Ustek da xuyakirin, ku dewletê hewl daye hevserê wê di binê çavan de winda bike û diyar kir, tevî hemû hewldanên wan jî bi rojan hêzên dewletê li xwe negirtin ku ew binçav kirine. Ustek ragihand, piştî hewldanan hevserê wê derxistine pêşberî dadgehê û got, “Ji ber ku ji wan nehat hevserê min di binê çavan de winda bikin, ew girtin. Xwestin wî qetil bikin, lê ji wan nehat.”

WÊ HESAB JI VÊ ZILMÊ BÊ PIRSÎN

Ustek anî ziman, ku dewletê ewilî xaniyê wan xera kir, dûre hevserê wê bi îşkenceyê binçav kir û diyar kir, niha ew li binê kon bi tenê dijî. Ustek da xuyakirin, ku zarokên wan nîne û piştî xerakirina mala wan, niha jî li binê konekî mehkûmî jiyana bi tenê hatiye hiştin. Emîne Ustek destnîşan kir ku wê hesabê vê zilma li wan hatiye kirin rojekê bê pirsîn û got, berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê bajar û xaniyê neterikîne.

XWESTIN ME KOÇBER BIKIN, LÊ EM LI VIR IN

Ustek ji dewletê xwest, ku derhal hêzên xwe ji Şirnexê vekişîne, dawî li îşkenceyên li derveyî mirovahiyê û girtinan bîne û ragihand, hevserê wê bi rengekî nehiqûqî hatiye girtin. Ustek da zanîn, armanca dewletê koçberkirina gelê berxwedêr e û destnîşan kir, ku ev armanc wê bi ti awayî pêk neyê û heta dawiyê li ser xaka xwe bimînin û li ber xwe bidin.

 

...