Piştî parlemterên BDP’ê Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan, daxwaza serbestberdana Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlementerê Wan Kemal Aktaş jî hatin redkirin.
Di çarçvoya 3’emîn Pakêta Darêz ya hikûmeta AKP’ê de ji bo serbestberdana parlementerên BDP’ê yên girtî serlêdan hatin kirin, lê serlêdan yek bi yek tên redkirin. Herî dawî, serlêdanên ji bo Parlementera BDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlementerê Wan Kemal Aktaş jî hatin redkirin.
Beriya niha parêzerên Parlementerê BDP'ê ya Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di çarçoveya doza "KCK" girtiye, piştî 3'yemîn Paketa Darazê hate erêkirin û di Rojnameya Fermî de hate weşandin ji bo serbestberdanê serî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabûn.
Dîwana Dadgehê jî daxwaza parêzeran ji ber ku Sariyildiz di sûcên "terorê" de tê darizandin red kiribû. Parêzeran ji ber vê yekê li dadgeha jorîn îtîraz kirin, lê dadgeha jorîn jî bi heman hincetê daxwaza serbestberdanê red kir.
Bi heman awayî daxwaza serbestberdana Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ku di çarçoveya doza "KCK'ê ya Rihayê" de hatiye girtin, hate redkirin.