Daxuyaniya HDP'ê ya li ser Qamişlo: Barbarî wê têk biçe, mirovahî wê bi ser bikeve
HDP'ê lenet li komkujiya li Qamişloyê anî û got, "Qamişlo wê birînên xwe yên ji ber vê êrîşê jî bipêç e û ji DAIŞ'ê rizgar bibe."
HDP'ê lenet li komkujiya li Qamişloyê anî û got, "Qamişlo wê birînên xwe yên ji ber vê êrîşê jî bipêç e û ji DAIŞ'ê rizgar bibe."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser komkujiya DAIŞ'ê li bajarê Qamişlo kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em lenetê li çeteya barbaran DAIŞ'ê tînin, ku ev komkujî li dijî mirovahiyê kiriye. Bila rehma Xwedê li mirovên jiyana xwe ji dest dane be, serê gelê Kurd û gelên Rojavayê Kurdistanê sax be. Ji bo birîndaran jî em hêviya şîfa xêrê dikin."
HDP'ê da xuyakirin, ku çeteya barbar DAIŞ, wê li herêmên dagir kiriye têk biçe û destnîşan kir, ev êrîş jî wê nikaribe DAIŞ'ê ji tinebûnê rizgar bike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev komkujiya dawî ya DAIŞ'ê li Qamişloyê kir, wê helwesta bi biryar a gelên cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê xurtir bike, daxwaza têkoşînê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ'ê mezintir bike."
HDP'ê diyar kir, bi qasî DAIŞ'ê, welat û desthilatdariyên destekê didin DAIŞ'ê jî berpirsyarê vê êrîşa li Qamişloyê ne.
HDP'ê bibîr xist, ku beriya niha 3 êrîşên mezin ên DAIŞ'ê li hemberî Qamişlo hatin kirin û wiha dewam kir: "Qamişlo wê birînên xwe yên ji ber vê êrîşê jî bipêç e. Wê ji DAIŞ'ê rizgar bibe. Welat, sazî, desthilatdarî û kesên ji bo berjewendî û armancên xwe yên polîtîk destekê didin vê çeteya barbar a bûye belayê serê gelan, wê nikaribin ji hesabdayînê birevin."