Davûtoglû li Wanê bi 'torosa spî' gef xwar!

Davûtoglu, li Wanê di mîtînga ku tenê 300 kes tevlî bûn gef li gel xwar.

Davûtoglu, li Wanê di mîtînga ku tenê 300 kes tevlî bûn gef li gel xwar.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû li navçeya Tûşba ya Wanê mîtîngeke ku pir kêm kes tevlî bîn li dar xist. Di mîtînga ku nêzî 300 kes beşdar bûn, cerdevan û wezîfedarên muftitiyê tevlî bûn. Hat diyarkirin ku Miftitiyê mela bi zorê anîne mîtîngê.

Davûtoglû yê di axaftina xwe de ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê bi gefan deng xwest. Davûtoglû mînaka wesayîtên Toros ên spî ku bi cinayetên “fail ne diyar” tên zanîn da got: “Eger AKP ji desthilatdariyê bê xistin wê çeteyên terorê li van deran bigerin. Wê Torosên spî bigerin. Ez 1’ê Mijdarê we hemûyan li ser sindoqan dixwazim.”

Davûtoglû di axaftina xwe dîsa HDP hedef nîşan da.