Darvekirin li Mêrdînê hat şermezarkirin

Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Artûklû ya Navend a Mêrdînê, darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir.

Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Artûklû ya Navend a Mêrdînê, darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir.

Rêxistina DBP’ê ya Artûklû, darvekirina sê siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve bi meşeke heta Parka Karayolu şermezar kir. Welatiyên li ber avahiya DBP’ê ya Mêrdînê kom bûn, bi pankarta, “Darvekirin sûcê mirovatiyê ye. Ji darvekirinên Îranê re bêje raweste” û bi dirûşmên, “Qatil Îran, hevkar AKP” heta Parka Karayolu meşiyan. Piştî meşê deqeyek rêzgirtin pêk hat.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Artûklû Kemal Gultekîn ve hat dayîn. Gultekîn diyar kir ku bi awayekî hemwext êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Îranê ne tesadûf e û got, “Ev projeyeke komkujiyê ya bi plan hatiye çêkirin. Tişta bi vê projeyê tê xwestin; Kurdistana bi sedê salan e, tê mêtin, di bin mêtinkariyê de hiştin e, tinehesibandin û ji çavkaniyên wê yên binerd û sererd par wergirtin e.”

Gultekîn anî ziman ku darvekirina Saman Nesîn û hevalên wî bi tundî şermezar dikin.