Daraza AKP/Qesrê mirî jî girtin!
Di dozek Rihayê de tevî ku di daxwaznameya parêzer de hat diyarkirin ku mirî ye jî hakim ji bo tewanbar biryara berdewamkirina girtinê da.
Di dozek Rihayê de tevî ku di daxwaznameya parêzer de hat diyarkirin ku mirî ye jî hakim ji bo tewanbar biryara berdewamkirina girtinê da.
Du kesên bi navê H.V. û I. Halîl Kata ên ji bi sûcê ‘Bazirganiya hişbirê an jî madeyên hişbir kirine” ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Piştî îfadeyên H.V. û I. Halîl Katar, ew avêtin girtîgehê, lê piştî çend rojan dilê I. Halîl Katar sekinî û jiyana xwe ji dest da. Di rûniştina yekem a dozê de ku 7’ê Cotmehê li 2. Dadgeha Sûlh Ceza ya Rihayê hat dîtin, tevî parêzer daxwaznameyek ku dibêje tewanbar jiyana xwe ji dest daye radestî hakimtiyê kir jî Serdozgerê Komarê yê Rihayê xwest ku girtina her du tewanbaran berdewam bike.
Piştî vê jî hakimtiya têkîldar, dîsa tevî ku hat diyarkirin I. Halîl Katar jiyana xwe ji dest daye, biryar da ku “girtina” hem ê sax hem jî yê mirî bidome.
MIRIYE LÊ DIKARE BIREVE!
Her wiha balkêş e ku di biryarê de dibêje “dibe ku tewanbar birevin, dikarin delîlan tine bikin, dibe ku hikmên kontrola edlî kêm bimînin.” Tevî ku parêzeran hişyarî dan hakimtiyê jî, ev biryar têkîldarî darazê pirsên mezin di seriyan de dihêle.