DAIŞ li Minbicê sivîlan qetil dike

Sivîlên li Minbicê, dema rêyekê dibînin yekser ji nava lepên DAIŞ’ê direvin û berê xwe didin qadên azad ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Lê belê çete guleyan li wan direşînin. Tê gotin, gelek sivîl ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda bajêr asê man e, komkujiyan dikin. Tê gotin, di dema dawî de gelek sivîl dema hewl didan ji destê çeteyan birevin hatin qetilkirin.

Piştî ku beşeke mezin a Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, şervanên azadiyê bi hesasiyeteke mezin hewl didin sivîlên  ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin rizgar bikin. Ji roja destpêkirina şerê nava bajêr û vir ve, mirovên sivîl dema rêyekê dibînin yekser berê xwe didin qadên azad. Mirinê didin ber çavên xwe û vê dikin. Her roj bi sedan sivîl –jin, zarok, extiyar- diherikin qadên şervanên azadiyê.

Çeteyên DAIŞ’ê yên fêm kirine êdî dawî li wan tê, gelê dîl girtiye bi tî û birçîbûnê qetil dikin. Dema bi mirovên hewl didin birevin dihesin, yekser wan qetil dikin. Beşek ji sivîlên bajêr duh ji herêma çeteyan reviyan û berê xwe dan qadên azad. Lê belê çeteyên DAIŞ’ê yên bi van mirovan hesiyan, gule berdan wan û jinek qetil kirin. Yek ji van çeteyên gule li gel reşandin, ji aliyê hêzên azadiyê ve hat kuştin.

...