DAIŞ'ê êrîşî çeperên gerîla û pêşmergeyan ên li Kerkûkê kir

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî çeperên gerîla û pêşmergeyan ên li Kerkûkê kirin. Gerîla û pêşmergeyan berisveke tund dan çeteyan û li ser vê yekê şer derket.

Çeteyên DAIŞ'ê li herêma Keywan a Kerkûkê êrîşî çeperên gerîlayên HPG-YJA Star û pêşmergeyan kirin. Êrîş nîvê şevê saet di 03:00 de hate kirin. Gerîla û pêşmergeyan bersiveke tund dan êrîşê û şer heta saet 05:00 dewam kir.

Tê payîn, Fermandariya Pêşmergeyan a Kerkûkê di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.

Agahiyên berfireh tên./..