Dadgeriya Tirk dixwaze bi sedan salan ceza li Demîrtaş bibire

Dadgeriya Tirk dixwaze Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 2 caran bi cezayê ragirtina heta bi hetayê û 486 sal cezayê girtîgehê ceza bike.

Dadgeriya Tirk dixwaze Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 2 caran bi cezayê ragirtina heta bi hetayê û 486 sal cezayê girtîgehê ceza bike.

Piştî ku dosyayên destpêkê yên bi rakirina destnedana parlamenteran ji dozgeriyan re hatin şandin, pêvajoya dadgehkirina parlamenterên Tirk destpê dike. Piştî ku guhertina qanûnî ket meriyetê, ewilî dosya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û komek ji parlamenteran ji Dozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat şandin.

Li hemberî parlamenterên HDP'ê 510 dosyayên destnedanê hene. Eger parlamenterên HDP'ê ji bo dosyayan biçin edliyeyê û îfadeye bidin, neçar in temamiya dema xwe li edliyeyê derbas bikin. Bi tenê li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 93 dosya hene.

Hat hînbûn, dadgeriya Tirk dixwaze Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş 2 caran bi cezayê ragirtina heta bi hetayê û 486 sal cezayê girtîgehê ceza bike. Parlamenterên HDP'ê di biryara xwe ya 'qebûlnekirina dadgehkirinê, nedana îfadeyê û berxwedanê' bi israr in.