Dadgehê, biryar da ku rewşa girtina Demîrtaş dewam bike
2. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Amedê, biryar da ku rewşa girtina Demîrtaş dewam bike.
2. Dadgeha Ceza ya Sûlh a Amedê, biryar da ku rewşa girtina Demîrtaş dewam bike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 4’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 5’ê mijdarê de hatibû girtin. Piştî mehek derbas bû, parêzerên Demîrtaş li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Amedê îtiraz kirin û xwestin Demîrtaş serbest bê berdan.
Lê heyetê îtîraza parêzeran red kir û biryara berdewama girtina Demîrtaş da. Demîrtaş piştî hat girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Demîrtaş, mehek e bi serê xwe di hûcreya yek kesî de dimîne.