CRA: AKP wê ji darbeya li dijî çapemeniya azad tiştekî bi dest nexe
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr û rêveberê CRA Mehmet Alî Ertaş gotin, dengê çapemeniya azad nayê birîn.
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr û rêveberê CRA Mehmet Alî Ertaş gotin, dengê çapemeniya azad nayê birîn.
Cemiyeta Rojnamevanên Azad nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê û binçavkirina xebatkarên wê da.
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr û rêveberê CRA Mehmet Alî Ertaş ji ANF'ê re axivîn gotin, dengê çapemeniya azad nayê birîn.
ERDEMÎR: EV YEK HEWLDANA DARBEYÊ YA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD E
Erdemîr bal kişand ser hewldana darbeyê ya di şeva 15'ê Tîrmehê de hat kirin û destnîşan kir, ku ya îro li hemberî Ozgur Gundemê ji aliyê AKP'ê ve hat kirin, hewldaneke darbeyê ye. Erdemîr Kanûna 2011'an bibîr xist û got, "Desthilatdariya AKP'ê û Cemaetê, çapemeniya azad û rojnameya Ozgur Gundem jî di nav de dest lig elek saziyên çapemeniyê werdan. Di navbera mudaxleya wê demêû ya niha de ti cudahî nîne. Dibe ku niyet weke ya niha be, lê wê çaxê bi tenê xebatkar binçav kirin. Îro hem rojname hat girtin, hem jî xebatkar bi lêdanê hatin binçavkirin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin û dibêjin, divê derhal dest ji vê yekê berdin. Bila hevalên me yên rojnamevan ên hatine binçavkirin, derhal werin berdan."
ERTAŞ: WÊ NIKARIBIN RASTIYAN VEŞÊRIN
Ertaş jî girtina Ozgur Gundemê şermezar kir û diyar kir, desthilatdariya AKP'ê dixwaze rastiyan veşêre. Ertaş got, "Girtin, lê dan, binçav kirin, lê nikarîbûn bi çapemeniya azad. Lewma vê carê avêtin ser rojnameyê û bi rengekî li derveyî mirovahiyê hevalên me binçav kirin."
Ertaş da xuyakirin, ku ew ê van pêkanînan bi ti rengî qebûl nekin û anî ziman, AKP ji bo xurtkirina desthiladariya xwe ketiye nava hewldaneke bi vî rengî. Ertaş got, "Em ê her tim li pey rastî û heqîqetê bin" û ti carî bêdeng nemînin.